Li Avûstûryayê meha herî germ a Nîsanê hate jiyîn

Li Avûstûryayê ji salên 1800’î ve hema Nîsanê ya herî germ hate jiyîn.

Li gorî Navenda Enstituya Meteorolojiyê (ZAMG) di meha nîsanê de pileya germahiyê bû 25 derece.

Di nava rojê de saetên ku tav zêde 40 ji sedî zêdetir bûye û barîna baranê jî 40 ji sedî kêmtir bûye. Rojên ku pileya germahiyê  derket 25 dereceyan zêde bûn. Li Viyanayê cara 6’emîn ku ev derece tê dîtin. Li bajarê Salzbûrgê jî roja 20’ê Nîsanê pileya germahiyê bû 30 derece.

Meterologê ZAMG’ê Alexander Orlîk wiha got; “Meha Nîsanê ku ji sala 1976’an û şûndê pîvanên germahiyê tên kirin, meha herî germ a Nîsanê hate jiyîn.”