Li Awûstralyayê mesaja herî kevn a di nav şûşeyê de hate dîtin

Li Awûstralyayê mesaja herî kevn a di nav şûşeyê de hate dîtin.

Mesaja beriya niha bi 132 salan li plaja nêzî Wedge Îslandê hate dîtin.

Rêxistina cameweriyê ya mûzeyên dewletê yên Awûstralyayê rê ve dibe 'Austraîla Museum' got şûşe dema ku hatî dîtin heta bi nîvê di nava qûmê de bûye.

Şûşe meha Çile ji hela jineke Awûstralyayî Tonya Illman ve hate dîtin û pişte 6 hefteyan lêkolîn li ser hate kirin. Di dema lêkolînê de çû heta bi Elmanyayê. Dawiyê hate tespîkitin ku şûşe 12'ê Hezîrana 1886'an ji Okyanûsa Hîndê ya ku 950 km'yî dûrî peravê ye hatiye avêtin. Şûşe ji keştiya Elman Paula hatiye avêtin ku wê demê ji bo başkirina rêya behrê lêkolîn dikir.

Western Australîa Museumê di daxuyaniyê de cih da gotinên Illman ku gotibû, "Şûşeya ku min digot wê li pirtûkxaneya min xweş bisekine tiştekî şîrîn û kevn bû."

Koma ku şûşe dîtî gotin dema ku mesaja şûşeyê dîtin ew li rasta nivîseke destxetê ya bi Elmanî hatin ku hindik mabû nivî jê biçe.