Li Avûstralyayê germahî gelekî zêde bûye

Li Avûstralyayê germahî gelekî zêde bûye. Xebatkarên îtfaiyeyê ji ber şewatan xwe amade kirine.

Li hin cihên eyaleta Avûstralyaya Başûr germahî vê hefteyê 16 dereceyan derket ser a demsalê. Li gelek bajaran germahî gelekî zêde bû.

Serwîsên meterolojiyê diyar kirin ku germahiyê li gelek beşên welat bandor kiriye.

Li Marble Barê ya ku eyaleta Avûstralyaya Rojava ye, germahî roja Pêncşemê bûye 49.2 derece.

Li gelek bajaran germahî derketiye ser 40 dereceyan. Tê payîn ku piştî sedsalê jî ew ê germahî bidome.  Ji ber germahiyê şêniyên Sydneyê berê xwe dan peravan.