Li Amsterdamê çalakiya 'Şer û Zarok'

Li paytext Amsterdamê, bi navê 'Şer û Zarok' çalakiyek hate lidarxistin.

Li paytexta Hollanda Amsterdamê, Weqfa Jinên Azad a Navneteweyî û Weqfa Lînangan Pînay Sa ya Fîlîpînan, bi navê 'Şer û Zarok' çalakiyeke hevpar lidar xistin.

Di çalakiyê de li ser navê Fîlîpînan, Fîlîstîn û Kurdistanê axaftin hatin kirin.

Ji bo zarokan jî aktîvîteyên muzîkê, dans û boyaxkirinê hatin lidarxistin.

Di çarçoveya bernameya çalakiyê de psîkiyatrîst N. Dersim, li ser travmayên zarokên mexdûrê şer, bandora vê yekê li ser pêşketina civakî û fîzîkî ya zarokan pêşkêşiyek kir.

Li ser rewşa zarokên Fîlîstînê jî sînevîzyonek hate nîşandan. Wekî din, xwarina ji aliyê jinên Kurdistanî û Fîlîpîniyan ve hate çêkirin, hate belavkirin.

Bername bi stranên Koroya Zarokan a bi navê Vrîjheîs met Kulîlken Azadiyê qediya.