Li Amsterdamê 40 hezar kes ji bo avhewayê meşiyan

Li paytexta Hollanda Amsterdamê roja Yekşemê, di meşa avhewayê de ku cara yekem e pêk tê, 40 hezar kes amade bû. Çalakgeran bang li hikumetê kirin ku li hemberî germbûna global tevdîran bigire.

Gelek saziyên civaka sivîl ku Greenpeace jî di nav de ye, bi deh hezaran kes li qada navdar a Damê li hev civiyan. 

Di daxuyaniyê de ya li ser navê Organîzatoran hate kirin hat gotin, "Tevlîbûna zêde ya meşê, belgeya ku civak ji hikumetê dixwze li hemberî germbûna global bibe xwedî polîtkayeke bi biryar.”

Welatê Hollanda ku beşeke wê di bin rêjeya bilindahiya deryayê de ye, li hemberî guhertina avhewayê xwedî pozîsyoneke gelek zirav e. 

Ev bi mehan e ku li gelek welatên Ewropayê her hefte meşên ji bo avhewayê pêk tên. Ciwan ji van meşan re pêşengiyê dikin. Destpêkê ciwanên Belçîkayê dibistan boykot kirin û derketin kolanan, paşê jî ciwanên Hollandayê bi heman awayî dibistan boykot kirin û daketin kolanan. Tê payîn ku ciwanên Hollandayê careke din 14’ê Adarê derkevin kolanan û bimeşin. 

Ligel vê bi pêşengiya ciwanên bi dehan welatan 15’ê sibatê wê ji bo werzê greva giştî pêk bê û 16’ê Adarê de jî li Fransayê ‘Meşa sedsalê’ pêk bê. Hate diyarkirin ku herî kêm wê ciwanên 43 welatan tevlî meşê bibin.