Li Amedê rojane 2.5 ton cîger tê xwarin

Ji bo cîger kebabê, ku li Amedê navdar e, rojane 2.5 ton cîger tê birajtin. Ji bo vê jî rojane 5.4 ton komira ji êzingan tê şewitandin. Karzanan qala vê xwarina navdar a Amedê kirin.

Cîger kebab, xwarina sereke ya menuya Amedê ye, ku hem li restorantên herî luks hem jî li nava kolanan, li ser dezgehan tê peydakirin. Li Amedê rojane 4.5 ton komira ji êzingan tê dadan û 2.5 ton cîger tê birajtin.

Ji taştê dest pê dike û di her dahnê rojê de cîger kebab tê xwarin. 2 ton cîgera ku rojan li Sûka Sakatatçiyan tê firotin, heta danê nîvro li ser dezgehan diqede. Bi qasî 500 kîlo cîger jî, li goştfiroşên din ên li derveyî Sûka Sakatatçiyan tê peydakirin.

AMED PÊ RE NAGIHÊJE

Cîger hem ji ber tehma xwe, hem jî ji ber erzaniya xwe, gelekî balê dikişîne. Goştfiroşên li sûka navborî pê re nagihêjin û neçar dimînin rojane ji navçeya Qoser a Mêrdînê ya jî navçeya Sêwereg a Rihayê cîger bigirin.

Ji dikandarên li Sûka Sakatatçilarê Şeyhmûs Gultekîn got, li her yek ji 40 dikanên li vê sûkê rojane bi qasî 50 kîlo cîger tê firotin û li navenda bajêr jî zêdeyî 20 goşfiroş hene. Gultekîn anî ziman, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê cîger herî zêde li Amedê tê xwarin. Gultekîn ragihand, di hin mehan de ji aliyê peydakirina cîger ve pirsgirêk derdikevin pêşiya wan û ew jî ji navçeyên li derdorê peyda dikin.

Dikandar Gultekîn da zanîn, dema cîger û goştên din zêde dibe, ew bi giranî li navenda bajarê Rihayê jî difiroşin û got, dema daxwaz tê kirin, ew di mehên havîn û payizê de carna heftane 4 ton cîgerê dişîne Rihayê.

BIRAJTINA LI SER KOMIRA JI ÊZINGAN

Herî zêde ji cîgerê li ser komira ji êzingan tê birajtin, tê hezkirin. Ji bo birajtinê jî, li restorant û dezgehên li gelemperiya Amedê, rojane 5.4 ton komir tê bikaranîn.

SALANE 20 HEZAR TON KOMIRA JI ÊZINGAN TÊ ŞEWITANDIN

Komira ji êzingan ku bi giranî kebabfiroş û mirovên diçin pîknîkê dikirin, salane bi qasî 20 hezar ton li Amedê tê şewitandin. Firoşkarê komira ji êzingan Bîlal Erdîn got, li herêmê piştî Riha û Edeneyê, komira ji êzigan herî zêde li Amedê tê şewitandin.

Li ser çavkanî û peydakirina komira êzingan Erdîn got, "Berevajî texmînan, di hilberîna komira ji êzingan de zerar li daran nayê kirin. Ji bo çêkirina komira ji êzingan, em darekê jî ji kokê nabirin. Ji ber ku êzingên ji bo komirê tên bikaranîn, ji qurmê daran nayê çêkirin. Komir ji guliyên daran ên di dema kesixandinê de tên kesixandin, çêdibe. Piştî salekê, dar vedigere rewşa xwe ya berê. Ti zerara xwe li darê nîne."

AMED Û MÊRDÎN PÊ RE NAGIHÎNIN

Erdîn da zanîn, hejmara kargehên li Amedê bazirganiya komira ji êzingan dikin zêdeyî 15'an e û ragihand, komira ji êzingan bi giranî li herêma Mêrdînê tê çêkirin, lê belê têra bersiva ji daxwazê nake. Erdîn diyar kir, ew ji neçarî komira ji êzingan ji bajarên weke Elezîz, Konya, Sêwas û Meletiyê peyda dikin û anî ziman, ew dixwazin tevî hempîşeyên xwe kooperatîfekê ava bikin û bazareke ku tenê komira ji êzingan lê tê firotin, damezrînin.