Li Amedê li aqûbeta ‘nebediyan’ hate pirsîn

Li Amedê parêzvanên mafê mirovan, malbatan ji bo kesên ku hatine nebedîkirin çalakî li dar xistin. Aqûbeta Mahmût Kaya hate pirsîn.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên kesên ku hatine nebedîkirin heftiya 411’an hatin cem hev.

Çalakî li bînahiya ÎHD’ê hate kirin, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî amade bûn.

BÎLÎCÎ: EM LI BENDÊ NE KU LI SER MUJGAN EKÎN DAXUYANÎ WERE DAYIN

Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bilîcî axivî û got heta ku kiryar werin dîtin wê têkoşîna xwe bidomînin. Bilîcî diyar kir, bi qedexeya ku ragihandine destûr nadin ku ew çalakiyan bikin, Meşa Alayê ya ku dawiya vê hefteyê hate kirin bi bîr xist, bertek li dijî Wezareta Karê Hundir û Walitiya Amedê nîşan da, ku dema dixwazin destûrê didin.

Bilîcî li ser şewitandina 2 leşkerên Tirk ên di destê DAIŞ’ê jî got, ew; ‘’Hovîtiya li ser leşkerên Tirk hatiye kirin şermezar dikin. Tundî ji kîjan alî ve were em qebûl nakin û şermezar dikin.’’

Bilîcî diyar kir, divê Tirkiye polîtîkaya xwe ya Sûriyê di ber çav re derbas bike û got: ‘’Em bi çavekî objektîf dibînin, polîtîkayeke ku statûya Kurdan nas nake li Rojhilata Navîn bi ser nakeve.’’

ÇÎROKA MAHMÛT KAYA

Piştî axaftina Bilîcî li aqûbeya Mahmût Kaya hate pirsîn, ku 23’ê Kanûna 1980’yî li Qersê hatibû binçavkirin û careke din ti agahî jê nehat girtin.

Endamê Komîsyona Nebedibûyiyan a ÎHD’ê Adnan Orhan çîroka Kaya wiha got:

‘’Di 2. salevegera Komkujiya Meraşê de, dema ku pankarta bi navê ‘’Wê hesabê komkujiya Meraşê were pirsîn’’ li navenda Qersê daliqand, hate binçavkirin. Kaya 23’yê Kanûna 1980’yî hate binçavkirin. Ew birin yekîneya lêpirsînê ya Midûrîyeta Şûbeya Siyasî. 10 rojan êşkence li Kaya kirin û ew kuştin.’’