Li Adigeyê tûrnûvaya futbolê hate lidarxistin

Kurdên li Adigeyê tûrnûvaya futbolê lidar xistin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Li Komara Xweser a Adigeyê ya girêdayî Federasyona Rûsyayê, Tevgera Ciwanên Kurd ên li Rûsyayê bi navê 'Şehîd Andok Ozgur' tûrnûvayeke futbolê li dar xist. 6 tîm tevlî tûrnûvayê bûn.

Tûrnûva di navbera 30'ê Tebax û 5'ê Îlonê de li Navenda Sporê ya Ciwanan a Belo pêk hat. Maça fînalê ya tûrnûvayê di navbera tîmên Sadove û Preprojeskî de hate lîstin. Hemû tîmên beşdar û gelek Kurdistanî û dostên wan li vê maçê temaşe kirin. Di encamê de tîma Sadove bi encama 5-4 li hemberî hevrikê xwe bi ser ket û bû şampiyon.

Beriya belavkirina xelatan, hemû lîstikvanên tîmên beşdar û Kurdistanî li qadê li hev civiyan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Beşdaran posterên Ocalan û alên KCK'ê rakirin û komkujiyên ji aliyê rejîma AKP-Erdogan ve li Kurdistanê tên kirin, protesto kirin.