Li Şirnexê bexçeyê fisteqan

Osman Zeyrek ê teqawîtbûyî, erdê xwe yê ji 22 donimî yê li Şirnexê kiriye bexçeyê fisteqan. Zeyrek got, îsal 5-6 ton fisteq ji bexçeyê wî hatiye.

Bavê 8 zarokan Osman Zeyrek ê teqawîtbûyî ku li navenda Şirnexê dimîne, erdê xwe yê ji 22 donimî kiriye bexçeyê fisteqan. Li vî bexçeyê ku li herêmê bexçeyê yekemîn ê fisteqan e, 380 darên fisteqan hene.

Zeyrek diyar kir ku ji sala 1996'an û vir ve ew darê fisteqan diçîne, lê ev 12 sal in jê dixwe. Zeyrek anî ziman ku îsal 5-6 ton fisteq ji bexçeyê wî hatiye. Osman Zeyrek got, wî 4 cûreyên fisteqan bi navê fisteqên Dîlok, Sêrt, Îran û Ûhadî çandiye û got, "Ez mirovekî cotkar im. Piştî ku teqawît bûm aqilek hat min û min got ez ê bexçeyê fisteqan çêbikim. 12 sal in xwe jê xwedî dikim."

Zeyrek got, "Ji hin daran 10 kîlo, ji hinekan 80 kîlo, bi giştî jî ji her darekê 50 kîlo fisteq tê. Salê 5-6 ton fisteq ji bexçeyê min tê." Zeyrek anî ziman ku ew fisteqên xwe li Sêrtê diqemirîne û bi vî rengî difiroşe. Zeyrek got, "Em carna tevî qalikan jî difiroşin. Bi vî rengî debara malbata xwe dikim."

Servet Zeyrek jî alîkariyê dide bavê xwe û dibêje, erdê Şirnexê ji bo çandiniyê gelekî baş e, lê bi têrkerî nayê bikaranîn. Zeyrek got, "Mirov ji bêkariyê gilî û gazinan dikin. Lê belê dikarin çandiniyê bikin û bi vî rengî ji aliyê madî û manewî ve bi dilrehetî bijîn. Ji bo kesaxtinê em carna li karkeran digerin, lê bi destê me nakeve."