Li Şengalê piştî rojiya sê rojan Cejna Êzî hate pîrozkirin

Êzîdiyên li Şengalê piştî rojiya sê rojan Cejna Êzî pîroz kirin.

Êzîdî du hefteyên pêşî yên Kanûnê ji bo 3 rojan rojî digirin. Êzîdiyên Şengalê hefteya peşî rojî digirin û ji vê re jî 'Rojiyan Feqîran' dibêjin.

Rojên rojiyê, Sêşem, Çarşem û Pêncşemê xwîn nayê rijandin, gotina nexweş nayên kirin û kar nayê kirin. Van rojan tenê dia têne kirin.

Beriya rojiyê dermale têne gurandin û ji vê rojê re 'Roja Serbirê' tê gotin. Înê, piştî rojiya sê rojan jî Cejna Rojiyên Êzî tê pîrozkirin. Li gorî baweriyê kesên rojîgir divê hay ji zimanê xwe hebin û gotinên nebaş nekin.

Rojî qediya. Niha dora cejnê ye. Înê sibehê Êzîdî diçin ser gorên xizmên xwe. Êzîdî bi serdana hev cejna hev pîroz dikin û hev diezimînin.

Êzîdiyên Şêxan û Laleşê hefteya duyan a Kanûnê rojî digirin û ji vê re 'Rojiyên Babe Şêx' dibêjin.