Li Şehbayê tendirustiya Efrîniyan di bin xetereyê de ye

Gelê Efrînê ji ber êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ji neçarî koçî Şehbayê kiribûn û li vê derê tendirustiya wan di bin xetereyê de ye. Zarok jî nav de gelek kesan ji şertên xerab jiyana xwe ji dest dan.

Bi êrîşên dewleta Tirk a di 20’ê Çileyê de bi sed hezaran gelê Efrînî ji neçarî warên xwe terikandin. Navenda Efrînê di 18’ê Adarê de hatibû dagirkirin. Gelê Efrînê ji bo ku qetlîam li ser wan neyê kirin,mal û alavên xwe li pey xwe hiştin û ji bajêr derketibûn.

Gelê Efrînê berê xwe dabû herêma Şehbayê û li vê derê li kampên Serdem û Berxwedanê hatibûn bicihkirin. Lê gelek ji wan hê jî li camî, dibistan û malên hilweşiyayî dimînin.Herêma Şehbayê di demeke kurt de ji çeteyan hatibû paqijkirin û ji ber vê jî derfetên wê kêm in.

Di nava çend rojan de bi sed hezaran kesan koç kirin û şertên li wê derê girantir bû. Bi hatina havînê û germê re, gelek nexweşî jî peyda bûn.

ALÎKARIYA NAVNETEWEYÎ TUNE

Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê Hêvî Mistefa têkildarî pêdivî û kêşeyên li kampên Şehbayê ji ANF’ê re axivî.

Hêvî Mistefa bal kişand ser vî tiştî ku, dema gelê Efrînê ji bajêr derketin tu rêxistinên tendirustî û saziyên navneteweyî ne bi wan re bûn û got, “Di rê de gelek zarok û kal û pîran jiyana xwe ji dest dan. Gelên Efrînê ev nêzî mehekê ye ku li herêma Şehbayê li ber xwe dide. Hin pêdiviyên bingehîn ji aliyê Meclîsa Xweser a Kantona Efrînê tê bicihanîn.  Lê heta niha tu saziyên navneteweyî û komeleyên mafên mirovan ji bo vî gelî alîkarî nekirine. Rêxistina Koçê û Xaça sor carekê hatin serdanê. Vê serdana wan jî wekî sedeqeyan bidin, tiştekî gelekî biçûk bû.

JI BER BÊDERMANÎ Û BÊDERFETIYAN GELEK ZAROK MIRIN

A niha du kamp hene. Li van kampan nêzî hezar malbat hatin bicihkirin. Lê hê bi sedan malbat di camî û xaniyên kevn de ne. Her roj hin zarok û nexweşên giran ji ber tunebûna dermanan dimirin. Em bang li gelê xwe dikin. Şehba jî qadeke berxwedanê ye. Bila piştgiriya gelê Efrînê bikin. Li pêş me havîn heye. Ji ber havînê ew ê gelek nexweşî derkevin holê. Divê saziyên tendirustiyê werin serdana vê derê. Heta niha tu komîte nehatiye. Divê ji bo gelê Efrînê yê li Şehbayê biryareke parastinê ya navneteweyî were dayîn. Divê li jêr kontrola çavdêrên navneteweyî em vegerin warên xwe.”

BI SEDAN NEXWEŞ LI BENDA TEDAWIYÊ NE

Hêvî Mistefa diyar kir ku li Şehbayê  jiyana nêzî 200 hezar mirovan di xetereyê de ye û got, “Pêdiviya wan bi tiştên jiyanî heye. Derfetên rêveberiya xweser têra pêdiviya gelên me nake. Nêzî 200 nexweşên giran hene. Divê ev kes li nexweşxaneyên cihê werin tedawîkirin. Me ji bo tedawîkirina van nexweşan serî li gelek cihan xist, lê heta niha tu bersiv nehatiye dayîn. Divê rê werin vekirin. Divê rêxistinên tendirustiyê werin vê derê û bi çavê xwe vê rewşê bibînin.”

XETEREYA NEXWEŞIYÊN TÊGER

Hêvî Mistefa diyar kir, ji ber ku şertên hîjyenê yên li kampê û yên cihên din gelekî xerab e û got, “Nexweşiya ‘Hebîl Heleb’ a ku ji ber germ û qirêjiyê çêdibe, îsal zêde heye. Nexweşiyên wekî sorîk jî hene. Ev xetereyeke mezin e. Pêdiviya me bi komîteyên derman û tendirustiyê heye. Pêdiviya me bi dermanên mêşan hene. Ji bo zarokan şîr jî hewce ye. Ji ber vê jî divê her kes xwedî li gelê Efrînê derkeve.”