Li Şaredariya Bajarê Mezin a Londonê resepsiyona Newrozê

Li Şaredariya Bajarê Mezin a Londonê di resepsiyona Newrozê de ji bo Leyla Guven, Îmam Şîş û çalakgerên birçîbûnê hemûyan daxwaza piştgiriyê hate kirin.

Li avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Londonê ji bo Newrozê resepiyonek hate dayin. Şaredarê Bajarê Mezin ê Londonê Sadiq Khan, Şaredarê Hackneyê Philip Glanville, Şaredara Kensingtonê Therese Rossi jî di nav de gelek wekîl û nûnerên saziyan tevlî resepsiyonê bûn.

Resepiyona Newrozê ji aliyê Navenda Kar a Kurd (Centre for Kurdish Progress) û Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê ve hate organîzekirin. Qisekeran êrîşên dewleta Tirk ên li dijî wekîlên gelê Kurd şermezar kirin.

Şarearê Bajarê Mezin ê Londonê di destpêka axaftina xwe de Newroz bi Kurdî pîroz kir û anî ziman, civaka Kurd a li Londonê ji aliyê çandî û aborî ve bi roleke gelekî girîng radibin û ew serbilind kin Newrozê li Şaredariya Bajarê Mezin pîroz dikin.

Khan got, "Em îro li vir cejna Newrozê pîroz dikin. Ev gelekî girîng e, ji ber ku em li Londonê hurmetê nîşanî cihêrengiyan didin û pîroz idkin. Newroz ku destpêka sala nû ya Kurdan e, li dijî hêzên ku dixwazin dîwaran navbera gelan lê bikin, ew roj e ku pirên navbera gelan tê lêkirin, dostanî tê nûkirin û destpêkeke nû rû dide."

GLANVILLE: BILA HURMETÊ NÎŞANÎ VÎNA GEL BIDIN

Şaredarê navçeya Hackney a Londonê Philip Glanville jî bang li dewleta Tirk ku di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de humetê nîşanî vîna gelê Kurd bike. Her wiha bang li hikumeta Qraliyeta Yekbûyî jî kir di vê mijarê de bi rola xwe rabe.

Ji Navenda Kar a Kurd Îbrahîm Dogûş piştre axivî û bi navê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê jî Turkan Ozcan mafê axaftinê wergirt. Ozcan bal kişand ser parlamentera HDP'ê Leyla Guven a di greva birçîbûnê de ye û got, tevgera azadiyê ya Kurd li çar parçeyên kurdistanê di çarçoveya pîvanên azadî, wekhevî û demokrasiyê de li dijî faşîzmê şer dike. Ozcan anî ziman, zext û zordariya dwleta Tirk a li dijî gelê Kurd di her kêliyên jiyanê de dewam dikin û bang li her kesî kir ku li dijî vê rejîma faşîst û otorîte rawestin.

Piştî axaftin û peyaman, resepsiyona Newrozê bi stran û gerandina govendê bi dawî bû.