Li Îranê kuliyan bi ser gelek eyaletan de girt

Li Îranê ku Adarê lehiyê li gelek eyaletên wê û Rojhilatê Kurdistanê da, niha jî kuliyan bi ser gelek eyalan te girt.

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hê birîna ji ber lehiyê nehatî pêçan niha jî kuliyan bi ser eyalan de girt.

Tê gotin heta niha kuliyan dexlên li eyaleta Hûzîstan, Fars, Hurmuzgan, Kirmana Başûr û Sîstan-Belûcîstanê dane ber xwe.

Li gorî daneyên fermî yên Îranê heta niha li herêma Çarbahar a eyaleta Sîstan Belûcîstanê ziyan gihaye ser 3 hektar zeviyên çandî.

Midûriyeteta Eyaleta Hurmuzganê got kuliyên ku bi ser wan de girtine di rojekê de dikare ziyanê bide qadeke 250 kîlomtereyî.

Midûrîyeta Nebatî û Çandiniyê ya  Îranê jî daxuyaniyek da û xwest ku Wezareta Çandinî û Daristanê ziyana ji ber kulilyan were dabînkirin lê li gel ku beriya 3 rojan ev daxuyanî hatiya dayin jî hê tiştek nehatiye kirin.