Li Îranê lehiyê bandor li sed hezaran kesî kir

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, ji ber lehiyê gelek kes mirin û bi sed hezaran kes ji cih û warê xwe bûn. Li eyaletên ku lehî lê rabûn perwerde rawestiya.

Barana ku ji 19'ê Adarê heta dawiya meha Adarê bi rengekî bê navber bariya, rê li ber lehiyê vekir. Lehiyê bandor li 25 ji 31 eyaletan kir. Herî kêm 213 bajar û navçe û bi hezaran gund ketin bin bandora lehiyê.

Bajarên Poldoxter û Maulan ên eyaleta Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê bi temamî, Hurremabad ku navenda rêveberiya eyaletê lê ye nîvê wê di nava avê de man.

Gelek mirov ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan. Mal û kargeh bi temamî ji holê rabûn. Bi sed hezaran mirov ji cih û warê xwe man û bi dehan herêm hatin valakirin.

Bîlançoya giştî ya karesatê hîn bi temamî eşkere nebûye. Hîn jî metirsî li ser gelek herêman heye. Li ser karesata lehiyê rojên dawî li Parlamenta li Tehranê civîn hatin lidarxistin. Wezîrê Karên Hundir, Midûrên Perwerdeya Eyaletan û Heyva Sor a Îranê agahî dan.

Midûrê Perwerdeya Eyaleta Horasanê diyar kir, li herêmên ku lehiyê bandor li wan kirine perwerde rawestiya ye. Midûrê Perwerdeyê yê Eyaleta Horasan a Başûr Mûhammed Alî Vakayî diyar kir, li bajarên Nuhbandan, Dermiyan, Serbişey û Bircend û li gundên van bajaran, li bajarên Turbetcan û Kelatê yên Eyaleta Horazan Razavi jî dibistan hatine rawestandin.

Li 10 bajarên Sistan Belucistanê, li 7 bajarên Hurmuzganê, li 16 bajarên Kirmaşanê yên Rojhilatê Kurdistanê, li eyaleta Huzistanê 7 zanîngeh û fakulteyên wan, li bajarekî Eyaleta Farsê dibistan hatin rawestandin. Li herêmên ku lehiyê bandor li wan kirin, dibistan xera bûn û bi sed hezaran xwendekar ji perwerdeyê bêpar man.

BÎLANÇOYA RASTÎ YA FELAKETÊ HÎN NEDIYAR E

Midûrê Saziya Tipa Edlî ya Îranê Ahmed Sucai diyar kir, li Huzistanê roja Yekşemê pênc cenazeyên din hatin dîtin û bi vî rengî hejmara qurbaniyan bû 76 kes. Li gorî çavkaniyên nefermî, hejmara mirovên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane zêdeyî 200 kesî ye.

Li gorî hejmarên fermî, li gelemperiya Îranê 269 gund li ber avê ketin. Maliyeta aborî ya lehiyê jî tê gotin ku herî kêm 2 milyar Euro ye.

Piraniya mexdûrên lehiyê li kampan hatin bicihkirin. Serokê Heyva Sor a Îranê Ali Esger Peywendi li ser lehiyê agahî da wekîlan. Peywendi diyar kir, ji eyaletên Gulistan, Huzistan, Loristanê heta niha 277 hezar kes li kampan hatine bicihkirin.

Peywendi ragihand, lehiyê heta niha xisar li 2145 bajar, navçe, bajarok û gundan kiriye.

Wezîrê Karên Hundir Abdulreza Rahmani Fezli jî ragihand, lehiyê bandor li hezaran gundên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê kiriye.

Lehiya ku ji ber barana zêde rû da, tenê li eyaleta Huzistanê bandor li 500 hezar mirovî kir. 400 hezar ji van neçar man cih û warê xwe biterikînin.

Ji ber karesatê bajarên Hamideye, Goriya, Bostan, Rafie, Susengird, Fetholmobin, Şiban û Şovaibiye yên Îranê hatin valakirin.

Wezîrê Ragihandin û Pêşvebirina Bajarvaniyê Mûhammed Îslamî diyar kir, li gelemperiya welêt zerar li rêya ji 14 hezar kîlometreyî bûye, 725 pir hilweşiyane û derbeke giran li sektora çandiniyê ketiye.