Li Îranê hişkesalî zêde dibe

Li Eyaleta Sîstan-Belûçistan a Îranê, hişkesaliyeke giran heye.

Gerînendeyê Giştî yê Rêveberiya Krîzê yê Eyaleta Sîstan-Belûçistanê Reza Arbabî diyar kir ku li eyaletê hişkesaliyeke giran heye.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Tasnîmê bendav ji sedî 60 vala ye. Sala borî ji bo vê hişkesaliyê 15 hezar û 500 eûro budçe hatibû erêkirin lê pêk nehat.

GOL DIMIÇIQIN

Li Îranê li gelek cihan hişkesalî heye. Tê diyarkirin ku Gola Maharlû ya li bajarê Şîrazê miçiqiye.

Gola Ûrmiyeyê jî ji sedî 75 miçiqiye. Rejîm jî ji dêvila ku vê kêşeyê çareser bike, li golê xwê derdixe.

Di heman demê de Çemê Zencanrûdê jî bi ava selebê û fabrîqeyan tê qirêjkirin. Ji ber vê qirêjiyê nexweşî jî belav dibe.