Li Îranê heke gola Namakê ziwa bibe wê bibe bobelat!

Taloke heye ku gola Namakê ya li herêma Kumê ya Îranê ziwa bibe. Tê texmînkirin ku gol ziwa bibe bobelateke hawîrdorê pêk were.

Taloke heye ku gola Namakê ya li herêma Kumê ya Îranê ziwa bibe. Tê texmînkirin ku gol ziwa bibe bobelateke hawîrdorê pêk were.

Gola Namakê 40 kîlometre dûrî bajarê Kumê û 85 kîlometre dûrî pyatext Tehranê ye. Gola ku bi navê ''Saveh-Kum'' û ''Şahî gol'' tê zanîn, li 240 kîlometre qadê berbelav bûye. Gol Semman, Tehran, Kum û Markaziyê vedihewîne, ji ber qadên berbelav ên krîstanlên xwê, weke neynîka sirûştî ya herî mezin a Tehranê tê binavkirin.

Berê çemên Kerej, Cacrûd, Şur, Kamrûd û Kareşahê diçûn ser golê û dikirin ku gol ziwa nebe. Lê niha ev gola xwê, bûye yek ji navenda ecacokê.

Li gorî rayedarên Îranî ziwabûna gola Namakê ji ziwabûna gola Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê zêdetir wê bibe sedema bobelata hawîrdorê. Ecac û mija ku ji herêma golê ya ziwa bûyî belav dibe wê bandorê li ser 1 ji 4 paran a nifûsa Îranê bike.

Malpera Salamat News  bi raporêkê got, ''Gola Namakê êdî ber bi ziwabûnê ve diçe''. Di raporê de tê gotin ziwabûna golê beriya bi nîv sed salê dest pê kiriye û bi ziwabûna 2013'an re zûtir ziwa dibe. Di raporê de her wiha tê gotin ji ber ziwabûna golê gelek gund jî wê bi temamî werin valakirin.

Tîrmehê malpereke bi navê Hemşehrî bi nûçeyê de got, ''Ji ber sedema ziwanbûnê gundên li derdorê, yên di nav xeleka 50 kîlometreyî vala bûne. 30-40 ji 100'î zeviyen li vê herêmê nema tiştek lê şîn tê, ji ber ku bîrên  li nêzî gola ku ziwa dibe, xwêya wan zêdetir bûye.''

Endamê Parlamentoya Îranê Cabbar Kuşakînecad jî got, ''Golên bi xwê heke ziwa bibin, wê cihê mayî bike ecacok û bilewitîne.''