Li Îran û Rojhilat lêhî rabû: Bi kêmanî 200 kes mirin

Li gorî daneyên fermî hejmara kesên ji ber baran û lêhiya ji Newrozê û vir ve li gelemperiya Îran û Rojhilatê Kurdistanê gihiştiye 44’an, çavkaniyên herêmî jî vê hejmarê hê zêdetir didin nîşandan û diyar dikin ku bi kêmanî 200 kes mirine.

Ji ber barana zêde a ji 21’ê Adarê û vir ve li Îranê rê li ber lêhî û karesatên xwezayî vekiriye. Lêhiya ku hema bêje li hemû eyaletan pêk hatiye, rê li ber ziyan û can vekiriye.

Tevî ku 17 roj li ser karesatê re boriye jî, hê jî rejîm asta karesatê dinixûmînin. Gel ji ber alîkarînekirinek bi tendurist bi hêrs in.

BI SEDAN KES MIRINE

Li gelemperiya welat gelek bajar û gund di bin avê de mane. Bi hezaran kesî her tiştê xwe ji dest daye. Gelek mal di bin avê de man û hilweşiyan. Lêhiya destpêkê 19’ê Adarê li bakurê rojhilatê Îranê da, piştre jî 25’ê Adarê lêhî li herêmên rojava û başûrê rojava pêk hatin.

Li gorî daneyên çapemeniyê ya fermî bi kêmanî 44 kes mirine, lê çavkaniyên xwecihî û muxalîf vê hejmarê hê zêdetir îfade dikin û radigihînin ku bi kêmanî 200 kes mirine. Lêhî ziyanek mezin daye herêma Loristan a Rojhilatê Kurdistanê jî.

TEXRÎBATA LORISTANÊ PIR GIRAN E

Saziya Tiba Edlî ya Loristanê ragihand ku 14 cenaze ji bin avê derxistine, miriyên li herêma Pol Doxtar jî ne li ser vê yekê hatiye hesibandin. Ev hejmar hê zêdetirin tên îfadekirin. Hikûmet ji bo hêrsa gel nizim bike, kuştî û asta karestatê dinixûmîne.

Endamê meclîsa Pol Doxtar û Maamûlan a girêdayî Îlamê Hamîd Reza Kazemî ragihand ku nîvê bajarê Pol Doxtar û nîvê bajarê Maamûlan û 20 gund di bin avê de mane. Kazemî got: “Alîkarî enceq bi helîkopteran dikare pêk tê” îfade kir ku rewş pir xerabe. Kazemî got: “Têkilî bi 100 gundan re hatiye qûtkirin. Gundiyan xwe gihandine aliyên çiya yên bilind û ti derfet nîne. Divê alîkariyên lezgîn di demekî herî din de belav bibe ji ber ku herêma ku bandor bûye pir mezin e.”

ÊRÎŞÎ GUNDÊN KUZISTANÊ HATE KIRIN

Li gundên Cakîzî û Sorgûr a dikevin başûrê rojavayê eyaleta Kuzistanê agahiyên ku muhafizên şoreşê êrîşî mexdûrên karesatê dikin. Hate ragihandin ku gelek kes birîndar bûne. Li gorî çavkaniyên xwecihî, dema ku muhafizên şoreşê xwestine bendên ku gundî ji bo xwe biparêzin hilweşînin şer rûdaye. Dema ku ev bend bên hilweşandin wê malên gundiyan di bin avê de û ziyaneke mezin bide deverên çandiniyê.