Li Çemê Firatê bi sed hezaran masî telef bûn

Di beşa Çemê Firat ê dikeve başûrê Iraqê de bi sed hezaran masî telef bûn.

Heta niha nehate zanîn bê ka masî ji ber vîrûsekê mirine yan ne. Rêveberên Iraqî lêkolîna li ser avê û masiyan didomîne, kesên masiyan xwedî dikin anîn ziman ku divê dewlet ziyanên wan bînin bi cih.

Bi beşa Çemê Firat ê dikeve derdorî bajarê Babîl ê başûrê Iraqê de bi sed hezaran masî telef bûn. Kesên masiyan xwedî dikin diyarkirin ku divê sedemê mirina masiyan bên lêkolînkirin, heta niha nehate zelalkirin ku bê ka mirina masiyan ji ber qirêjiya avê ye yan jî vîrûsekê ye.

Huseyîn Faraj ê masiyan xwedî dike got: “Hinek dibêjin vîrûs e, hinek jî dibêjin ji ber madeyekî kîmyewî ye.” Feraj anî ziman ku nizane sedemê mirina masiyan çiye. Faraj destnîşan kir ku divê hikûmet avê lêkolîn bike û çareseriyekê bibîne.

Herêma ku bi masiyên xwe yên bi cûrê sazan tê nasîn salane 29 ton masî dihilberîne. Rêxistina Xorek û Çandiniyê ya Cîhanê ragihand ku mirina masiyan ne tenê bandora xwe li bajarê Babîl û derdorî wê belkî li bajarê Dîvanyayê jî bike.

Wezîrê Tendurstiyê ya Iraqê jî diyar kir ku testên li ser avê û masiyan dewam dike, anî ziman ku heta niha ji ber xwarina masiyan û bûyerên bi jehrê ketinê tu kesî serî li nexweşxaneyê nedane.