Li Çelê dema birincê ye

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê, bi hatina biharê re cotkaran dest bi çandina birincê kirin.

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê ji ber avhewa û xaka xwe ya berhemdar, birinc tê çandin. Şêniyên Çelê demekê debara xwe bi çandina birincê dikir. Birinc hema bêjin li her gundên Çelê, li navenda navçeyê dihate çandin. Gundiyan birinca ku diçandin ji bajarên Kurdistanê hemûyan re dişandin. Ji ber valakirina gundan û şer, çandiniya birincê jî li herêma Çelê nema.

ÇANDINIYA BIRINCÊ JI 70 JI SEDÎ DAKET 5 JI SEDÎ

Welatiyên ku zeviyên xwe yên birincê cot dikin, li birkên biçûk ên li nava zeviyên xwe birincê diçînin. Cotkaran meha Gulanê dest bi çandina birincê kirin. Mehên Îlon û Cotmehê jî paleyiyê dikin. Demekê 70 ji sedî yê şêniyên Çelê birinc diçand, lê niha daketiye 5 ji sedî. Birinca li Çelê bi kalîte ye û ji ber ku bi temamî xwezayî ye, ji aliyê mirovan ve tê tercîhkirin.