Li Çelê 9 leşkerên Tirk hatin kuştin

Hêzên gerîla li dijî leşkerên Tirk ên li ser girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Hat ragihandin ku di çalakiyê de 9 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Li gorî agahiyên ku ANF'ê ji çavkaniyên herêmî wergirtî, gerîlayên HPG û YJA Starê roja 16'ê mijdarê li dijî leşkerên Tirk ên li ser girê Koordîne yê li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye çalakiyek pêk anîn.

Hat ragihandin ku di vê çalakiya gerîla de 9 leşkerên Tirk hatine kuştin. Çavkaniyên Tirk îdîa dikin ku 3 leşker mirine.

Tê gotin, di encama çalakiyê de gerîla dest danîn ser gelek alavên leşkerî yên artêşa Tirk.

Êrîşên bi balafirên şer li herêmê tên kirin, ev du roj in dewam dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê hê daxuyaniyeke fermî nedaye.