Li 40 bajarên Fransayê çalakiyên 'sînoran veke'

Di serî de paytext Parîsê, li zêdeyî 40 bajarên Fransayê bi hezaran kes daketin qadan û ji bo penaber hîn bi xweşbînî werin pêşwazîkirin û destûra mayinê ji karkerên bê kaxiz bê dayin, çalakî li dar xistin.

Bi wesîleya Roja Koçberan a Navneteweyî, bi banga 250 komele, sendîka û partiyên siyasî, li zêdeyî 40 bajaran ji bo koçberan çalakî hatin lidarxistin.

2 hezar kes tevlî meşa li Parîsê bû. Di meşê de ku êvara Duşemê pêk hat dirûşma "sînoran vekin" hate qîrîn.

Her wiha pankartên bi nivîsa "Em jî Fransaya ku sibê zû hişyar dibe" û "Em li vir dijîn, li vir dixebitin û li vir dimînin" hatin vekirin.

Çalakgeran nerazîbûn nîşanî dema girtina koçberan dan ku ji 45 rojî derxistine 90 rojî.