Li 2 hezar bajaran meşên ji bo avhewayê

Xwendekarên amadeyî û zanîngehê ku ji bo avhewayê di qada gerdûnî de ketibûn grevê zêdetirî 2 hezar bajaran ders boykot kirin û daketin qadan.

Li ser banga zaroka 16 salî ya Swîsreyî Greta Thûnberg û gelek rêxistinên civaka sivîl herî kêm li 123 welatan zêdetirî 2 hezar bajaran ji bo avhewayê çalakî hatin plan kirin.

Li tevahiya cîhanê bi sedhezaran kes ji bo ku hikûmetan li dijî guhertina avhewayê tedbîrên lezgîn bigrin daketin qadan. Bi giştî ji bo avhewaya yekem çalakî tên kirin. Ji bo vê jî xwedî girîngiyekî dîrokî ye.

Li hemû welatên Ewropayê, li DYE, Ewûstralya, Asya û Efrîkayê çalakî hatin lidarxistin. Li bajarê Swîsre Lozanê herî kêm 10 hezar kes meşiyan, li Brukselê tevî baranê çalakiya ciwanan veguherî lehiya mirovan. Bi deh hezaran kes li paytexta Belçîka Brukselê ji bo avhewê meşiyan. Li Belçîkayê xwendekar bi mehan her roja Pêncşemê beşdarî dersan nabin û ji bo avhewayê dimeşin.

Li Îtalyayê li 235 navendan çalakî hatin organîzekirin, li van bajaran Venedîk, Pîsa û Bologna derketin pêş.

Li Fransayê 216 çalakî hatin plankirin. Li tevahiya welat bi deh hezaran ciwan daketin qadan û ji bo avhewayê daxwaz û nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Li Swêdê li 176 navend û li Qralyeta Yekbûyî jî li 151 navendan meşên avhewayê hatin lidarxistin. Li Elmanyayê pêşbînî heye ku li 199 navendan çalakî were kirin û meşa li Berlînê nêzî 20 hezar kes beşdar bûn.

Li aliyê din li Elmanya, Ewûstûrya û Swîsreyê herî kêm 12 hezar û 111 mirovên zanist daxuyaniyek hevpar dan û piştgiriya xwe ya ji bo meşên avhewayê ragihandin.

Li 50 eyaletên DYE’yê pêşbînî heye ku 400 çalakî werin lidarxistin.

Li Zelandaya Nû bi hezaran xwendekar daketin qadan, li Ewûstûryayê jî nêzî 150 hezar kes beşdarî çalakiyê bûne. Tenê 20 hezar kes beşdarî meşa li Sydenyê bûn.

Li Hindistanê bi taybet li Yenî Delhî 200 hezar kesan balkişandin li ser qirêjiya hewayê.