Li 1700 bajarî ji bo avhewayê banga greva global

Li tevahiya cîhanê bang li ciwanan hate kirin ku Înê dîsa ji bo avhewayê derkevin meydanan.

Banga ''ji bo avhewayê greva global'' li malpera youthforclimate.fr hate kirin. Di serî de li Ewropayê li tevahiya cîhanê li 90 welatî ji bo 1700 bajarî plansaziya çalakiyan hate danîn. Li Fransayê li 90 bajarî wê çalakî werin kirin.
 
Kollektîva ''Ji bo avhewayê ciwan'' bal kişande ser hilbijartina parlamentoya Ewropayê ya 26'ê Gulanê û got, ''Hilbijartina Ewropayê hilbijartina avhewayê ye''. Kolektîfê bang kir ku nemaze li ber avahiyên Benqeya Navendî ya Ewropayê ya li Frankfûrtê, li ber avahiya Parlamentoyê ya li Strasboûrg û Brûkselê kom bibin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Divê Yekîtiya Ewropayê guh bide guherîna avhewayê û polîtayên derbarê avhewayê di ser her tiştî re bigire.''

Li Fransayê 85 sendîka û komeleyan bang kir ku her kes tevlî çalakiyan bie, tê payin Şemiyê li 80 bajarî bimeşin û biskilêt werin ajotin.

15'ê Gulanê li Fransayê ji 200 hezarî zêdetir kes ji bo iklîmê derketin kuçeyan û li tevahiya cîhanê ji 1 milyonî zêdetir mirov tevlî çalakiyan bûbûn.