'Leyla 15'ê Sibatê baş fêm kiriye'

Endama Rêveberiya KJK’ê Dîlan Spêrtî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê nirxand û got, “Leyla Guven mesajeke girîng da me hemûyan, da ku em rexnedana xwe ya hevaltiya kêm bidin.”

Dîlan Spêrtî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser sûîkasta di sala 1996’an de ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû kirin û got: “Komploya navneteweyî di sala 1996’an de li Şamê bi êrîşa li ser Rêber Apo dest pê kir û heta roja me ya îro jî didome. Wê demê hevala Zîlan li hember gefên li ser Rêber Apo çalakiya fedaî pêk anî. Piştî komploya navneteweyî ya sala 1999’an çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” hatin kirin. Em hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin yên ku xwe li derdora Rêber Apo kirin mertaleke ji agir.”

‘HÊZÊN KOMPLOGER DIJMINÊN KURDISTANÊ NE’

Dîlan Spêrtî anî ziman ku tecrîda li ser Rêber Apo li ser hemû Rojhilata Navîn, li ser civaka ehlaqî û polîtîk e. Spêrtî behsa rola xiyanetkaran a di komployê de jî kir wisa got: “Em niha nikarin behsa qedandina komployê bikin. Di dîroka Kurdan de gelek serhildan û berxwedanî çêbûn. Ti tişt nekarî pêşî li berxwedanên Kurdan bigrin lê xiyanetkaran piştgirî dane dijminên Kurdan. Kurd hatine girtin û kuştin. Hinek xiyanetkar hene ku eyb e mirov ji wan re bibêje Kurd in lê di komploya li hember Rêber Apo de jî rol lîstine. Ew kes dijminê Kurd û Kurdistanê, dijminê mirovahiyê ne.”

‘REXNEDAYÎNA JI BO HEVALTIYA KÊM PÊWIST E’

Dîlan Spêrtî ku got “Ji roja dîlgirtina Rêber Apo heta îro Tevgera PKK’ê û Tevgera Jin bersiva komploya navneteweyî gelek caran daye, lê dîsa jî kêm e. Rêber Apo jî anîbû ziman ji ber hevaltiya kêm û dostaniya sixte Rêbertî hat dîlgirtin. Hevaltiya kêm nefêmkirina me ya Rêber Apo bû. Dostaniya sexte jî ev e, Rêbertî teslîmî komplogeran kiribû. Ji bo vê jî Tevgera Azadiyê û gelê Kurdistanê divê em hevaltiya rast bi Rêber Apo re bikin û rexnedana xwe ji bo hevaltiya kêm bidin. Bi hezaran mirov ji bo Rêber Apo xwe feda kirin û li derdora Rêber Apo bûn mertal. Tişta ku me li ser lingan digire xeta van şehîdan e.”

ÇALAKIYA LEYLA GUVEN JI BO PEYAMEKE GIRÎNG E

Endama Rêveberiya KJK’ê Dîlan Spêrtî felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo azadiya jinan jî nirxand û da xuyakirin ku komploya li hember Rêber Abdullah Ocalan li hember hemû jinan hatiye kirin. Spêrtî di dawiya nirxandinên xwe de çalakiya Hevseroka KCD û Namzeta HDP’ê ya Colêmergê Leyla Guven kir a ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan greva birçîbûnê daye destpêkirin. Spêrtî got ku “Pêngava ku hevala Leyla ji bo azadiya Rêber Apo da destpêkirin û bedena xwe kir mertal gelek bi wate û pîroz e. Leyla Guven bi xwe anîbû ziman û gotibû ‘Ez rexnedana xwe ya hevaltiya kêm didim a ku bû sedem Rêber Apo were dîlgirtin.’ Leyla Guven 15 Sibatê baş fêm kiriye. Divê em ji hemû deman xurttir piştgirî bidin çalakiya Leyla Guven û hemû çalakgerên greva birçibûnê. Em çalakiya greve birçibûnê silav dikin ên ku ji bo rakirina komplo û tecrîda li ser Rêber Apo dest bi çalakiyê kirine. Çalakiya Leyla Guven mesajeke girîng da me, da ku em çalakiya xwe xurttir û mezintir bikin, rexnedana hevaltiya kêm bidin. Em ê ji her deman xurttir li ber xwe bidin û têbikoşin.”