Leşker nahêlin gundiyên Qersê heywanên xwe biçêrînin

Gundiyên li Qaxizmanê dixwazin heywanên xwe biçêrînin, ji ber astengiya wesayîtên zirxî nikarin vê bikin.

Li navçeya Qaxizman a Qersê, gundiyan ji bo pezê xwe biçêrînin berê xwe dan çêrgehan. Lê belê leşkeran bi wesayîtên zirxî pêşî li wan girtin. Gundiyan nerazîbûn nîşanî vê qedexe û astengiyê dan û gotin, heywanên wan ji ber birçîna dikarin bimirin.

Di bin navê 'Herêma Ewlekariya Taybet' de zozan û çêrgehên gundiyan tên qedexekirin. Li Serhedê, ku welatî debara xwe bi giranî bi xwedîkirina heywanan dikin, ji ber vê astengiyê zehmetiyên giran hene. Xwediyê heywanan ku çêrgeheke lê karibin heywanên xwe biçêrînin nabînin, bi astengiya leşkeran hevrû ne.

Yek ji cihên ku zozan herî zêde lê qedexe ye, Qers û navçeyên wê ne. Li navçeya Qaxizman a Qersê, gundiyan ji bo pezê xwe biçêrînin berê xwe dan çêrgehan. Lê belê leşkeran bi wesayîtên zirxî pêşî li wan girtin û li dijî gundiyan dest bi hewldanên qanûnî kirin. Leşkeran nûmare bi guhê heywanan ve kirin. Her wiha li dijî keyayên herêmê jî dest bi hewldanên qanûnî kirin.

Leşkerên ser bi Fermandariya Jendermeyan a Qaxizmanê destûr nedan welatiyan ku heywanên xwe biçêrînin û ew ji herêmê derxistin.

Xwediyê heywanan nerazîbûn nîşanî qedexeyê dan û gotin, ji ber ku çêrgehekê nabînin, heywanên wan birçîn e û eger rewş bi vî rengî dewam bike ew ê hemûyan bifiroşin. Welatiyan diyar kirin, qedexe gelekî dijwar bûne ku nema dikarin xwe lê rabigirin û destnîşan kirin, ku dewlet hewl dide bi birçîbûnê mirovên li herêmê terbiye bike.

HEMÛ HERÊMÊN QERSÊ QDEDEXE NE

Gelek zozan û çêrgehên li Qersê di bi navê 'Herêma Ewlekariya Taybet a Demkî' de hatine qedexekirin. Walîtiya Tirk a li Qersê îlan kiribû, ku di navbera 01.01.2017û 31.12.2017'an de herêma Sarikamiş Boyali Ormanlari, herêma başûrê Sarikamişê, herêmên Karanlik û Keklîk ên navçeyên Sarikamiş-Qaxizman-Selîmê, herêmda Bozkûş û Akçakale yên Selîmê, herêma Çemçê ya Qaxizmanê, herêma Madûr a Qaxizmanê, herêma baregehê ya Kûrtlûk a Qaxizmanê, herêmên baregehê yên Şehîttepe ya Qaxizmanê hatiye qedexe ye.