Lêkolîn: Li ti welatî wekheviya jin-zilam nîne

Li gorî lêkolîna ku ji aliyê rêxistina civaka sivîl Equal Measures 2030 hatî kirin, li ti welatan wekheviya jin-zilam ne di wê asta ku tê xwestin de ye.

Li gorî rêxistina civaka sivîl a pispor Equal Measures 2030 wekheviya di navbera jin-zilam de gelek ji hedefên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatine diyar kirin, dûr in.

Sala 2015’an welatên endamên NY heta sala 2030’an bi piraniya dengan pêkanîna 17 “hedefên pêşketina mayînde” pejirandibûn. Di nava van hedefan de jî wekheviya jin û zilam jî hebû.

Li gorî rêxistina civaka sivîl hewldanên ku ji aliyê hikûmetan ve tê kirin heta 2030 ji bo parastina wekheviyê ne têrker in.

Di raporê de hate gotin; “Li 129 welatên ku lêkolîn hatî kirin yek welat jî negihiştiye sozên wekheviya di navbera zayendan de.”

Midura rêxistina Equal Measures 2030 Alîson Holder got ku ti welat ne “bêkêmasî” ye û negihiştye skora giştî ya 90 puwan û zêdetir. Di rewşa heyî de bi puwana 89.9 welatê Danîmarka herî zêde nêzî skora puwanan bûye.

Li bajarê Vancoûver ê Kanadayê Holder di konferansekî wekheviya jin-zilam de axivî û got; “Em ê nekaribîn sozên ku ji bo bi mîlyaran jin û zarokan hatî dayîn pêk bînin.”

Welatên Ewropayê Fînlandiya, Swêd, Norve û Hollanda weke welatên zengîn ku herî nêzikî hedefen pêşketinê derdikevin pêş.

Welatên ku durî hedefan jî Çad, Komara Demokratîk a Kongo, Kongo, Yemen û Nîjer in.

Holder diyar kir ku nûçeyên xweş jî hene û zêdebûna hejmara jinan a li Parlamentoya Senegalê ji Danîmarkayê weke mînak nîşan da.