Kuştina li ser kar: Rojê 5 karker dimirin

Li gorî Meclîsa ÎSÎG'ê, du mehên destpêkê yên salê herî kêm 284 karker mirin. Li gorî par hejmara mirovên li ser kar mirine zêde bûye. Rojane bi qasî 5 karker dimirin.

Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Kar (ÎSÎG) rapora meha Sibatê eşkere kir. Li gorî vê yekê meha Sibatê herî kêm 125 karker mirin.

Rapor bi sernavê "Karkerên jin di kuştina ser kar de bimirin jî 'nayên dîtin'" hate weşandin.

ÎSÎG'ê ragihand, piraniya karkerên jin ên jiyana xwe ji dest dane bê sendîka ne û herî kêm 75 ji sedî bê qeyd hatine xebitandin. Di raporê de hate gotin, ji mirovên meha Sibatê 'di kuştina ser kar' de jiyana xwe ji dest dan, zarokek, 9 jin û 3 koçber hene.

ÎSÎG'ê diyar kir, meha Çileyê herî kêm 159, meha Sibatê jî herî kêm 125 kes bi giştî 284 karker di du mehên destpêkê yên sala 2019'an de li ser kar jiyana xwe ji dest dane. Par ev hejmar 272 bû.

Li gorî ÎSÎG'ê hejmara karkerên ji sala 2013'an ve li ser kar jiyana xwe ji dest dane wiha ye:

Sala 2018: 1923
Sala 2017: 2006
Sala 2016: 1970
Sala 2015: 1730
Sala 2014: 1886
Sala 2013: 1235