Nûçeya Lezgîn: Polîsan avêtin ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV

Kurdistanî diçin konê sersaxiyê yê Mehmûd Onder

Kurdistanî, serdana konê sersaxiyê yê ji bo Mehmûd Onder li NCKD hatî vedan kirin.

Ji bo yek ji kedkarê çapemeniya Kurd Rojnamevan Mehmûd Onder li paytexta Danîmarka Kopenhagê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) konê sersaxiyê hatiye vedan û sersaxî tê qebûlkirin.

Sersaxî ji duh ve tê qebûlkirin.

Ji saetên danê sibehê ve Kurdistanî kom bi kom tên serdana konê sersaxiyê û ji malbata Onder re sersaxî dixwazin.

Kurdistaniyên ku diçin konê sersaxiyê bîranînên xwe yên bi Onder re vedibêjin û hêrs û kîna xwe ya li dijî dewleta dagirker a Tirk ku li Amedê kirin tînin ziman.

Navnîşana Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a ji bo sersaxiyê wiha ye: Retortvej 45, 2500 Valby, Danemark