Kurdên li Ewropayê ji bo Cizîrê di çalakiyê de bûn

Li bajarên Bern, Basel ên Swîsre û bajarê Marsîlya yê Fransa çalakiyên xwedîderketina li berxwedana Cizîrê hatin lidarxistin. Li Qada Viex-Port a Marsîlya jî çalakiya rûniştinê tê lidarxistin. Komîteya Amadekar banga tevlîbûnê kir.

Li bajarên Bern, Basel ên Swîsre û bajarê Marsîlya yê Fransa çalakiyên xwedîderketina li berxwedana Cizîrê hatin lidarxistin. Li Qada Viex-Port a Marsîlya jî çalakiya rûniştinê tê lidarxistin. Komîteya Amadekar banga tevlîbûnê kir.

BERN

Li paytexta Swîsre Bern, di pêşengiya DEM-KURD de bi tevlîbûna ji sedan zêdetir kesan li ber Parlamentoya Bern çalakiya rûniştinê pêk hat. Navenda DEM-KURD a Bîel û partiyên sosyalîst ên Tirkiyeyî piştgirî dan çalakiyê.

Di çalakiyê de dirûşmên, “Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime” û “Qatilê zarokan Erdogan” hatin gotin. Yek ji rêveberên DEM-KURD a Bernê Omer Reşîtoglû ê di çalakiyê de axivî. Pêşketinên li Kurdistan û Tirkiyeyê nirxand.

BASEL

Adresa çalakiya li Basel jî pêşiya parlamentoyê bû. Girseya ku çalakiya rûniştinê pêk anî, li gel çepik û tilîliyan dirûşmên, “Dawî li Komkujiyê bîne”, “Qatilê zarokan Erdogan”, “Selefî ji Kurdistanê bicehimin” gotin.

Fûat Komur li vê derê axaftinek kir û got: “Em van komkujiyên li hember gelê Kurd pêk tên şermezar dikin.” Komur destnîşan kir ku dixwazin Kobaneke din çêbikin û wiha berdewam kir: “Em çawa ku dema Kobanê li kolanan li ser piyan bûn, dîsa ji bo Cizîrê jî em ê li ser piyan bin.” Komur diyar kir ku wê bi rayedarên parlamentoyê jî hevdîtinan pêk bînin.

Piştî axaftinê çalakî bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.

MARSÎLYA

Bi bangawaziya Komîteya Amadekar a Çalakiya Cizîrê ya Marsîlyayê, gel saet 18.00’an li Vîeûx-Portê kom bû û ji bo Cizîrê çalakiya rûniştinê pêk anî. Çalakiya ku bi sedan kesî destpê kir wê heta sibê bidome.

Di çalakiya ku bala tûrîst û Fransiziyan dikişine de belavokên behsa bûyerên Cizîrê û faşîzma AKP’ê dike tên belavkirin û axaftin tên kirin. Gel bi gelek zimanan dirûşma, “Bijî berxwedana Cizîrê, Bimire faşîzma AKP’ê” gotin.

Komîteya Amadekar a Çalakiyê bang li gelê Kurd û dostên wan ên li Marsîlya û derdorê dijîn kir ku li Qada Vîeûx-Portê tevlî çalakiyê bibin.

Her wiha Komîteya Amadekar wê sibê saet 15.00’an li pêşiya Nûnertiya Parlamentoya Ewropayê çalakiyekê pêk bîne û banga tevlîbûna çalakiyê kir.