'Kurd, ya wê bi hev re bi ser bikevin, ya jî bi hev re têk biçin'

Rayedarên 3 partiyên Kurd ên li Rojava gotin, "Kurd divê bi dewleta Tirk a faşîst re nebin yek, divê bi hev re tevbigerin û yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin."

Rayedarên Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Lîberal a Kurdistanê û Partiya Çep a Demokratîk a Kurdistanê ku li Rojavayê Kurdistanê siyasetê dikin, biryara DYA'yê ya li dijî rêveberên PKK'ê, girtina buroyên Tevgera Azadî û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re nirxandin.

'DIXWAZIN KURDAN LI DIJÎ HEV RAKIN'

Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Necmeddîn Melle Omar diyar kir, partiya wan her tim bi partiyên Kurd û Kurdistanî tevdigere û got, hem girtina buroyên Tevgera Azadî ji aliyê YNK'ê ve hem jî biryara DYA'yê ya li dijî 3 rêveberên PKK'ê şermezar kir.

Omar anî ziman, biryara DYA'yê nîşaneyeke êrîşên li dijî Kurdan e û got, "Ev mirov ewladên Kurdistanê ne ku bi ruhê xwe yê fedayî li Kurdistanê tên naskirin. Pêşengên mazlûman e, pêşengên komunîstan e. Divê mirov wan ne tenê PKK'yî bibînin. Çawa ku Mele Mistefa Barzanî, Mam Celal, Qasimlo ocaxa me ne, nirxên me ne, ew jî pêşengên me ne. Pêwîste ne tenê weke pêşengên PKK'ê jî bên dîtin. Ew pêşengên me hemûyan e."

Omar diyar kir, Amerîka û Tirkiye ji ber vê yekê dixwazin gelê Kurd li dijî hev rakin û got, "Tirkiye ku li Bakur û Rojavayê Kurdistanê Kurdan dikuje, gelo wê çawa li Başûrê Kurdistanê bibe dostê Kurdan? Divê neyê jibîrkirin, Bakur û Başûrê Kurdistanê ruhek e."

'LI ROJAVA MAFÊ HER PARTIYÊ HEYE KU SIYASETÊ BIKE'

Omar anî ziman, li pişt êrîşên li dijî Tevgera Azadî ya li Başûrê Kurdistanê Amerîka û Tirkiye hene û got, "Şaş e ku buroyên Tevgera Azadî ji aliyê YNK'ê ve hatine girtin. Endamên Tevgera Azadî ked û berdêl dane û ev tevger ava kirine. Nêrînên Tevgera Azadî dibe ku neşibin nêrînên PDK û YNK'ê, ne mecbûr e bişibe.

Partiyên me yên li Rojava xwedî nêrînên cuda ne. Lê belê mafê her kesî heye ku siyasetê bike. Kes partiya kesî nagire. Mafê her kesî ye ku nêrîna xwe bi rengekî azad biparêze... Nabe ku mafê siyasetê ji destê Tevgera Azadî bê girtin."

'BÊYÎ KONGRE Û YEKÎTIYA NETEWEYÎ NABE'

Necmettîn Melle Omar işaret bi girîngî û lezgîniya yekîtiya neteweyî kir û got, "Li gorî berjewendiyên Kurdan e ku partiyên Kurd di çarçoveya kongreya neteweyî de li hev bicivin. Rejîmên Tirkiye, Amerîka, Îran, Sûriye li gel cudahiya nava xwe jî, li gel nêrînên cuda û nakokiyên cidî jî, dema mijar Kurd be dibin yek. Em çima bi cihêrengiyên xwe nikarin bibin yek?"

'KURD, YA WÊ BI HEV RE BI SER BIKEVIN, YA JÎ TÊK BIÇIN'

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Telo jî anî ziman, girtina buoyên Tevgera Azadî daxwaza dewleta Tirk e û got, "Em vê yekê weke êrîşekê li dijî Kurd û Kuridstanê dibînin. Ji kîjan alî ve bê nirxandin wê were dîtin ku têkçûna Kurdekî tê wateya têkçûna gelê Kurd. Kurd ya wê bi hev re têk biçin, ya jî bi hev re bi ser bikevin. Lewma, sedem çi dibe bila bibe girtina buroyên Tevgera Azadî rast nîne, em qebûl nakin. Kîjan partî dibe bila bibe, helwesta me zelal e."

'DIVÊ MIROV PARTÇE NEKIN, MIROV ÇÊKER BE'

Telo di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku hikumeta Başûrê Kurdistanê nehişt heyetek ji Başûrê Kurdistanê tevlî Forûma Paqijiya Etnîkî û Guhertina Demografiya Efrînê bibe û got, "Efrîn niha birîneke di dilê Kurdan de. Êşa wê ne kêmî ya Helebçeyê ye. Ji ber vê yekê der barê Efrînê de divê em xwedî helwest bin. Efrîn ne tenê ji bo Rojava, ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê, ji bo hemû Kurdan girîng e. Em, astengiya li pêşiya hatina heyetê hate derxistin rast nabînin. Kurd divê hev parçe nekin, divê helwesteke çêker ji bo hev nîşan bidin."

Telo bang li PDK û YNK'ê kir ku ji bo pêkhatina Kongreya Neteweyî ya Kurd gavan biavêjin û wiha dewam kir: "Kongreya Neteweyî dermanê pirsgirêkên sedan salan ên Kurd û Kurdistanê ye."

'MÎNA GELÊ ME DIVÊ PARTIYÊN ME JÎ BIBIN YEK'

Sekreterê Giştî yê Partiya Çep Demokratîk a Kurdistanê Salih Gedo jî ji bo vekirina buroyên Tevgera Azadî bang li YNK'ê kir: "Ji sala 1975'an û vir ve têkiliyên me bi YNK'ê re hene. Em YNK'ê weke partiyeke welê nas dikin ku li Kurdistanê xwedî li nasnameya neteweyî derdikeve. Dewama hêzên Kurdistanî ye û ji bo çar parçeyên Kurdistanê xwedî vê taybetmendiyê ye. Bi dîtina min, afirînerê vê siysetê Mam Celal Talabanî ye. Di vê mijarê de tecrûbeyeke me jî ya demdirêj heye. Bakur, Rojhilat, Başûr, Rojavayê Kurdistanê feq nake, em her tim bûn destek û hîn jî vê desteka xwe didomînin.

Der barê bûyerên niha li Başûrê Kurdistanê diqewimin bi taybetî yên li Silêmaniyeyê, em dibêjin; roj ne roja şerê nava malê ye, roj ne roja lihevnekirina birayan e. Nêzîkatiyên bi vî rengî alîkariyê nadin me. Divê li pêşiya yekîtiya neteweyî ya gel û partiyên Kurdistanê nebin asteng. Em hêvîdar in wê YNK'yî û şagirtên Mam Celal li gorî vê yekê tevbigerin. Her kes pê zane ku biryara girtina partiyê ji aliyê hêzên netewe dewletê ve hatiye girtin. Em jî dibêjin; li cewhera xwe vegerin."

'SEROK APO DIVÊ SERBEST BE'

Salih Gedo bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Ne tenê gelê Kurd azadiya Birêz Ocalan dixwaze. Hemû gelên cîhanê daxwaza azadiya Serok Apo dikin. Ev yek daxwaza hemû gelên alîgirê azadî, demokrasî û mafên mirovan e.

Beriya niha bi 20 salan dewleta TC'ê birînek li nava azadiyê vekir. Ev birîn li nava gelên alîgirê demokrasiyê vebû. Hemû dewletên navneteweyî, bi taybetî Amerîka, Rûsya û welatên Yekîtiya Ewropayê divê êdî ji dewleta TC a faşîst re bêjin, 'êdî bes' e. Divê Serok Apo êdî azad be û li nava gelê xwe bi rengekî azad bixebite."