Krîzê bandor li Cejna Remezanê jî kir

Beriya Cejna Remezanê, esnafê Wanê ji ber krîza aboriyê nikarin kar bikin, welatî jî nikarin bikirin.

Ji bo Cejna Remezanê demeke kurt ma, lê belê welatiyan hînê nekarîne pêwîstiyên cejnê bikirin. Li Wanê û navçeyên wê, tevî ku du roj ji cejnê re mane kolan vala ne. Li kolanên ku her sal bi sedan esnafan dezgehên xwe datanîn ji ber krîzê vala ne.

Krîza aboriyê bandoreke neyînî hem li esnafên Wanê kir hem jî li welatiyên wê kir. Esnafên Wanê beriya her cejnê bi bazirganiya li ser sînor malên erzan dianî. Piştî ku AKP'ê bazirganiya li ser sînor qedexe kir, esnafan nekarî malên erzan bînin. Li Wanê ku navenda sewalkariyê bû, ji ber polîtîkayên AKP'ê ew kar jî êdî ji holê rabû. Piştî ku sewalkarî û çandiniya li Wanê kêm bû hêza madî ya welatiyên wê jî kêm bû.

Xizanî di asta herî bilind de ye. Li Wanê ku bêkarî gelekî zêde ye, sê ji çar ciwanên wê bêkar in. Ji ber bêkariyê jî şêniyên wê koçî metropolên Tirkiyeyê dikin ku karibin kar bibînin.

Aydin Olmez bavê 4 zarokan e, zanîngeh qedandiye û bêkar e. Diyar kir ku du roj ji Cejna Remezanê re maye lê nekariye tiştekî ji bo cejnê bikire. Olmez ragihand pereyê wî nîne ku ji zarokên xwe re şekirê cejnê û kincan bikire û got, "Min zanîngeh xwend, lê bi mehan e bêkar im. Beriya niha hin caran min mamostetî kir, hin caran jî li karê înşaetê xebitîm. Lê niha bêkar im. Ji bo mirov karibin mamostetiyê bikin divê nasê mirovan li nava AKP'ê hebin. Eger tu ne AKP'î be tu nikare li vê derê mamostetiyê bike. Karê înşaetê jî ji ber krîza aboriyê sekiniye. Em bêkar; bi çi rengî em ê Cejna Remezanê pêşwazî bikin. Ji ber ku pere nîne em nikarin tiştekî bikirin, ji ber ku em nikarin tiştekî bikirin esnaf jî nikarin kar bikin."

Adem Kaya jî bi salan li gundê xwe karê çandinî û sewalkarî dikir, lê belê ji ber krîza aboriyê neçar ma koçî navenda bajêr bike. Kaya diyar kir, ji ber bêkarî û xizaniyê kêfa mirovan nîne û got, "Vê desthilatdariyê jiyan li her kesî herimand. Vê desthilatdariyê cejn jî bêwate kir. Em çawa di cejnê de kêfxweş bibin? Kar nîne. Mirov nizanin nan çawa peyda bike. Lewma kes li cejnê nafikire."