Krîza aborî li cejna Remezanê jî xist!

Bi nêzîkbûna cejna Remazanê re sûkên Wanê hatin xemilandin. Esnaf û welatiyan diyar kirin ku ji ber krîza aboriyê li bajêr kelecana cejnê tine ye û xwestin, Rewşa Awarte demildest ji holê bê rakirin.

Li Wanê amadekariyên ji bo cejna Remezanê dest pê kirin û li sûkên bajêr ji şekirê cejnê heta cil û berg û alavên diyariyê gelek tiştên rengîn hatine danîn. Lê  belê ji ber krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê û xizaniya li bajêr, kirîn nayê kirin û esnaf ji ber Rewşa Awarte bêzar in.

'GEL XIZAN E, NIKARE BÊ SÛKÊ'

Esnafê bi navê Mehmet Alî Çaçor ê 4 sal in li sûka Rûsan a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê esnaftiyê dike diyar kir, ku krîza aboriyê li kirîna pêwîstiyên cejna Remezanê jî xist û wiha axivî: "Li gel çend roj mane ji cejna Remezanê re li sûkê kirîn nîne. Beriya hefteyekê me weke esnaf xwe ji bo kirîn û firotina bi wesîleya cejnê amade kir. Lê belê ji ber krîza aboriyê ya li welêt kes tiştekî nikare bikire. Gel ditirse bê sûkê. Sedema vê yekê jî Rewşa Awarte ye. Ji ber ku ti kes pêşeroja jiyana xwe nabîne di şert û mercên Rewşa Awarte de û naxwazin werin bazarê. Li gel çend roj mane ji cejnê re rojê kesek an jî du kes tên dikanê. Dîsa ji ber polîtîkayên AKP’ê yên li Kurdistanê gel xizan e û nikare pêwîstiyên xwe yên jiyanê jî bigire."

'PÊDIVIYÊN CEJNÊ NIKARIN BIGRIN'

Jina bi navê Remziye Kaya ya ku ji bo kirîna cejna Remezanê hate bazarê ev tişt got: "Du sal in li bajêr tişt gelek giran in. Her ku Erdogan li Kurdistanê şer gur dike em xizantir dibin. Ev du roj in ez li ser hev têm sûkê, nikarim tiştekî li gorî bûdçeya xwe bikirim. Qeyûmê AKP’ê kurê min ji kar derxistiye û li herêmê ti derfetên kar jî nîne."

Welatiyê bi navê Omer Kaya jî nerazîbûn nîşanî krîza aboriyê da û got: "Ji ber polîtîkayên hikumeta AKP û Erdogan krîza aboriyê giran dibe. Çend roj man e ji cejna Remezanê re em nikarin pêdiviyên malê bigrin. Ji ber pereyên gel tine ye û gel xizane, ti kes nayê sûkê."

'DIVÊ REWŞA AWARTE JI HOLÊ BÊ RAKIRIN'

Esnafê bi navê Kamûran Garagule yê 12 sal in esnaftiyê dike da zanîn ku sedema valabûna sûkê Rewşa Awarte ye û got: "Weke esnafên Wanê du sal in em di rewşek gelek xirab de ne û heta niha li Wanê bi sedan esnafan derabeyên xwe anîne xwarê. Ji xwe di nava salê de tenê sê mehan em dikarin kar bikin. Piştî li Tirkiyeyê Rewşa Awarte hate îlankirin û her ku diçe TL li hemberî Dolar qîmetê xwe winda dike, rewşa esnafan jî xirab dibe. Dema ku Dolar bilind dibe buhayê tiştan jî bilind dibe. Ji ber vê yekê jî ti kes êdî nayê bazarê. Divê ev rewş demildest ji holê bê rakirin."

'GEL BI XIZANÎ CEJNÊ PÊŞWAZÎ DIKE'

Esnafê bi navê Kemal Kaya jî ev tişt got: "Ji ber şerê AKP’ê yê li Kurdistanê, gel xizan e. Li Wanê tenê gel dikare karê sewalkarî û cotkariyê bike. Niha ji ber polîtîkayên şer ên Erdogan deşt û zozanên me hatine qedexekirin. Hemû rêyên jiyanê li me teng kirine. Lê em ê li dijî van kiryarên AKP'ê serî netewînin. Tenê çend roj mane ji cejna Remezanê re, ti tevger li bazarê tine ye. Di sala 2014'an de ev bazar tijî mirov bûn û kirîna cejnê dikin. Lê belê niha ti kirin nayê kirin û gel vê cejnê bi xemgînî pêşwazî dike."