Kreş di nava lepên mezûnên îmam hatîp de tên hiştin

Hikumeta AKP'ê, kesên ji dibistanên îmam hatîp mezûn bûne, ku Serokatiya Karên Diyanetê jî der barê mijarê de got, "bi rengekî bê kontrol zêde bûye", li kreşên fermî û taybet bi cih dike.

Dibistanên îmam hatîp, ji aliyê Serokatiya Karên Diyanetê ve, ji bo amadekirina meleyan hatin avakirin, lê piştre derket derveyî armanca xwe û di dema desthilatdariya AKP'ê de hejmara kesên ji van dibistanan mezûn bûn, 500 ji sedî zêde bû. Ev mezûnên ku hejmara wan gelekî zêde ye, wê li kreşan bên wezîfedarkirin.

Li gorî vê pêkanînê, ku li Amedê nû ketiye meriyetê, wê mezûnên îmam hatîp li kreşên fermî bi rengekî bi peyman dest bi kar bikin.

Rêveberê kreşeke taybet a li Amedê, têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û anî ziman, ku rayedarên Midûriyeta Perwerdeyê ya Milî hefteya derbasbûyî bi wan re rûniştiye. Rêveber got, "Ji aliyê saziyê ve em di statuya saziya perwerdeya taybet de ne û bi ser Perwerdeya Milî ve ne. Destûrname û kontrola me ji aliyê wan ve tê kirin. Mîna me bi hin rêveberên kreşên din re jî rûniştine. Gotin ku ji bo bersivê bidin 'pêwîstiya bi perwerdekarê olî' yê li kreşan, wê hin personelên bi peyman wezîfedar bikin. Ji bo vê jî xwestin, ji malbatan îmzeyan kom bikin. Bi vî rengî, mîna ku malbatan xwestine, wê perwerdekarên olî li kreşan bi cih bikin. Me rewş ji malbatên zarokan re ragihand. Piraniya wan qebûl nekirin. Dixwazin ji mezûnên îmam hatîp re derfetên nû yên kar biafirînin."

Wekî din, hate îdîakirin ku hin kreşên li dijî vê pêkanînê derketine, ketine ber kontrola Midûriyeta Perwerdeya Milî û tê gotin ku wê destûrnameya wan neyê nûkirin.

500 JI SEDÎ ZÊDE BÛ

Li gorî statîstîkên perwerdeya salên 2016-2017'an ên ji aliyê Wezareta Perwerdeya Milî (MEB) ve hatin eşkerekirin, hejmara şagirtên li dibistanên navîn û lîseyên îmam hatîp dixwînin, li gorî salek berê bi 75 hezar û 767 kesî zêde bûye û bi giştî gihîştiye 1 mîlyon û 155 hezar û 932 kesî. Ji van şagirtan, 503 hezar û 978 li lîseya îmam hatîp, 651 hezar û 954 kes jî li dibistanên navîn ên îmam hatîp perwerde dîtin. Li gorî daneyên MEB'ê, du sal berê 1149 lîse û 1961 dibistanên navîn ên îmam hatîp, bi giştî 3 hezar û 110 dibistanên îmam hatîp hebûn. Par 1002 dibistanên din ên îmam hatîp zêde bûn û ev hejmar gihîşt 4 hezar û 112'an.

Li gorî rapora Egîtîm-Senê, hejmara şagirtên di salên 2012-2013'an de li dibistanên navîn ên îmam hatîpê xwendin, bi giştî 94 hezar û 467 bû. Ev hejmar di salên 2016-2017'an de gihîşt 657 hezar û 20 kesî. Li lîseyên îmam hatîp jî hejmar zêde bû. Di salên 2011-2012'an de li gelemperiya Tirkiyeyê hejmara şagirtên çûn lîsteya îmam hatîp 268 hezar û 245 kes bû. Di salên 2016-2017'an de ev ehjar gihîşt 634 hezar û 406 kesî. Dema ku 121 hezar û 335 şagirtên li lîsteya îmam hatîp a vekirî lê were zêdekirin, hejmara şagirtên li gelemperiya Tirkiyeyê li dibistanên îmam hatîp dixwînin gihîşt 1 mîlyon û 291 hezarî.

LI HEMBERÎ LÎSEYEKE FEN'Ê, 17 LÎSEYÊN ÎMAM HATÎP

Li gorî hejmarên 'Bernameya Razemeniyê ya Dewletê' ku Serokatiya Pêşvebirina Stratejîk a MEB'ê ji bo salên 2017-2019'an eşkere kir, ji bo lîseyên FEN'ê 109.6 mîlyon lîre, ji bo lîseyên îmam hatîp jî 1.7 mîlyar lîre budçe hatiye veqetandin. Li gorî van hesabên budçeyê, li hemberî her lîseyeke FEN'ê wê 17 lîseyên îmam hatîp bên vekirin.

Li gorî plana razemeniyê, ji bo lîseyên îmam hatîp sala 2017'an 575 mîlyon TL, ji bo sala 2018'an 879 mîlyon û 35 hezar, ji bo sala 2019'an 269 mîlyon û 400 hezar TL bi giştî 1 mîlyar û 723 mîlyon û 535 hezar TL budçe hatiye veqetandin.

Ji bo lîseyên FEN'ê, ji bo sala 2017'an 43 mîlyon, ji bo sala 2018'an 67 mîlyon û 666 hezar TL budçe hatiye veqetandin. Ji bo sala 2019'an jî balkêş e ji bo van lîseyan budçe qet nehatiye veqetandin.