Koordînasyona Heskîfê, berpirsên şewatê destnîşan kir

Koordînasyona Heskîfê ya Êlihê li ser şewata beriya çend rojan got, tenê rayedarên fîrmayê û dewletê dikarin biçin wê qadê û berpirsên şewatê destnîşan kir.

Koordînasyonê di daxuyaniyê de şewata ku Yekşemê li Heskîfê dest pê kirî bi bîr xist û got, ''Yekşema bihurî li jora kelehê hê bi sedemeke ku nayê zanîn şewatê dest pê kir û derengiya şevê ji ber xwe ve temirî. Şewata ku nêzî sê saetan dom kir, bûye ziyaneke dî ya li Heskîfê.''

Di daxunaniyê de hate gotin şewata ku nayê zanîn bê ka ji kûderê û çawa dest pê kiriye ziyan daye avaniyên dîrokî, şikeft, gor û berhemên dîrokî û hate bibîrxistin tenê bi wesayiteke agirker hewl hatiye dayin ku şewatê bitefînin, diviya ku ji hewayê ve jî hewl bihata dayin ku şewat were tefandin lê ji vî alî ve tiştek nehatiye kirin.

'QADA KU TENÊ FÎRMA Û DEWLET DIKARE BIÇIYÊ..'

Koordîasyonê her wiha amaje pê kir ku şewat ji hêla rayedarên dewletê û fîrmayê ve hatiye derêxistin û got, ''Gelê Heskîfê dibêje, ji mêj ve ye ku li jora kelehê şewateke wiha çênebûye, çûna vê derê qedexe ye û tenê karkerên ku di fîrmayê de dixebitin û rayedarên fermî dikarin biçine wir.''

Koordînasyona Heskîfê her wiha got nayê zanîn bê ka çi qas qad şewityiye, çi qasî ziyan gihaye berhemên dîrokî û çandî û diyar kir li ser vê mijarê di lêkolîn, xebateke fermî dest pê nekiriye.

HETA DAWÎ TÊKOŞÎN

Koordînasyonê got ji bo tespîta ziyana şewatê xwest ku şandeyeke ji rêxistinê civaka sivîl were avakirin û demildest biçe qadê.

Herî dawî hate gotin dilxwazên dîrokê, sirûştê, çand û qadên jiyanê wê l dijî proejya Bendava llusûyê û HES'an heta dawiyê têbikoşin.