Koordînasyona Civaka Êzidî ya Şengalê Çarşema Sor pîroz kir

Koordînasyona Civaka Êzidî ya Şengalê, cejna Çarşema Sor a civaka Êzidî pîroz kir.

Koordînasyona Civaka Êzidî ya Şengalê bi wesîleya Çarşema Sor peyamek weşand û şehîdên Şengalê bi bîr anî.

Di peyama koordînasyonê de hate gotin: "Me tajediya herî mezin a salên dawî, zilma DAIŞ'ê dît. Di demekê de ku em cejna xwe Çarşema Sor pêşwazî dikin, em ji bo jiyana xwe ji nû ve biafirînin em hewl didin û têdikoşin. Ev cejin tê wateya ku Melekê Tawis xwe nîşan dide, bihar tê û jiyan ji nû ve zindî dibe.

Eger em îro vê cejnê li ser axa xwe pîroz dikin, ev bi saya gerîlayên ku bi hawara me hatin û felsefeya Rêber Apo ye. Em deyndarên wan in. Li ser xaka Şengalê dîrokek hatiye nivîsandin. Dema em Çarşema Sor û cejnên xwe yên din pîroz dikin, em ê her tim vê dîroka ku bi xwîna şehîdan hatiye nivîsandin bibîr bînin.

Bi vê minasebetê em Çarşema Sor di serî de li civaka xwe ya Êzidî, li dostên xwe, hemû kesên destek dane û li cem gelê me cih girtine, li Rêber Apo pîroz dikin. Em hêvîdar in ku ev cejn wê bibe wesîleya yekîtî, piştevanî û rêxistinbûna gelê me. Em gerîlayên leheng ên ku destê alîkariyê dirêjî me kirin û di vê oxirê de şehîd bûne bi rêzdarî bibîr tînin."