Koordînasyona Civaka Êzidî sersaxî ji Êzidiyan re xwest

"Bi xemginî em dibêjin, dewsa Mîr Tahsîn Beg nayê dagirtin. Em Mîrê xwe oxir dikin û bejna xwe li ber keda wî ji bo Êzidiyan û Êzidiyatiyê ditewînin."

Koordînasyona Civaka Êzidî li Ewropayê, li ser koça dawî ya Mîr Tehsîn Beg daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Bi destûra Xwedê û Tawisî Melek em dibêjin bila rehma Xwedê lê be. Em sersaxiyê ji civaka Êzidî û bi taybetî ji malbata wî re dixwazin."

Di peyamê de hate bibîrxistin, ku Mîr Tehsîn Beg ji 14 saliya xwe ve weke Mîrê civaka Êzidî dihate nasîn û bi dewamî hate gotin, "Mîr Tehsîn Beg di êrîşên sûîqestan de (1992 û 2004) bi saxî, lê birîndar, rizgar bû. Her wiha di nava demê û jiyana xwe ya bê hempa de bi gelek êrîşên hovane re rû bi rû ma. Li hemberî van êrîşan bê deng û bê helwest nema. Dîsa li erkê xwe xwedî derket û xebata xwe dewam kir."

Di dawiya peyamê de hate gotin, "Bi xemginî em dibêjin, dewsa Mîr Tahsîn Beg nayê dagirtin. Em Mîrê xwe oxir dikin û bejna xwe li ber keda wî ji bo Êzidiyan û Êzidiyatiyê ditewînin."

NAVNÎŞANA SERDANÊN SERSAXIYÊ

Li gorî daxuyaniyê wê serdanên sersaxiyê yên 3 rojan li vê navnîşanê were pêşwazîkirin:

Burchard-Retschy-Ring 8, 

31275 Lehrte