KONGRA-GEL: Cejna Noelê bila bibe wesîleya aştî û aramiyê

KONGRA-GEL: Em cejna Noelê ya alema Xiristiyanan pîroz dikin û hêvîdar in ku bibe wesîle ji aştî û aramiya navbera gel û baweriyan."

Hevserokatiya KONGRA-GEL, bi wesîleya cejna Noelê peyamek weşand û wiha got: "Kurdistan erdnîgariyeke ku ol û baweriyên cuda bi hezaran salan lê bi hev re jiyane. Car carna ji ber polîtîkayên hêzên serdest, trajediyên mezin ên di asta qirkirinê de rû dan. Tevî vê yekê jî gel timî hurmet nîşanî baweriyên hev dane û bi hev re di rewşeke aştiyane de jiyane.

Yek ji welatên ku cejna Noelê destpêkê lê hate pîrozkirin Kurdistan e. Nêzî du hezar sal in li welatê me, xwişk û birayên me yên Xiristiyan vê cejnê pîroz dikin.

Cejn rojên ji bo aştî û aramiyê ne. Em bawerin ku xwişk û birayên me yên Xiristiyan jî wê bi vê ferasetê cejna Noelê pîroz bikin, hurmeta ji hev re ya baweriyan xurtir bikin û ev cejn bibe wesîleya aştî û aramiya navbera mirovên me.

Bi vê wesîleyê em cejna Noelê di serî de li Xiristiyanên Kurdistanî li hemû alema Xiristiyan pîroz dikin û hêvîdar in ku wê bibe wesîle ji aştî û aramiya navbera gelan û baweriyan."