KONGRA-GEL bi wesîleya cejnê banga yekîtiyê kir

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL Cejna Qurbanê li gelê Kurdistanê û alema Îslamê pîroz kir.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi wesîleya Cejna Qurbanê peyamek weşand. Di peyama KONGRA-GEL de hate gotin, "Em Cejna Qurbanê di serî de li Rêber Apo, li tevahiya gelê Kurdistanê, hevalên xwe yên têkoşînê û alema Îslamê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku cejn bibe wesîleya xurtbûna yekîtiya civakî û neteweyî ya gelê me."

Di peyama Dîwana Hevserokatiyê de hate gotin, "Di vê cejna Qurbanê de jî di serî de dewleta Tirk dewletên mêtinger êrîşî gelê me dikin. Hikumeta faşîst a AKP-MHP'ê dixwaze destketiyên madî û manewî yên gelê me yên li hemû parçeyên Kurdistanê ji holê rake.

Êrîş li dijî partiyekê an jî parçeyekî bi tenê nîne. Gel û hêzên siyasî yên Kurdistanê divê hemû baş zanibin ku armanca êrîşan tinekirina destketiyên gelê Kurd e ku bi berdêlên mezin hatine afirandin. Gelê Kurd li Rojhilata Navîn veguheriye hêzeke bingehîn, astengkirina destketiyên gelê Kurd û tinekirina wan armanca hevpar a hêzên mêtingere.

Di pêvajoya grevên birçîbûnê de Rêber Apo ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî pêşniyarên ji heft xalan pêşkêş kir. Lê belê hikumeta faşîst a AKP-MHP'ê ku pêşniyar ji nedîtî ve hat, tecrîdkirina Rêbertî û êrîşên xwe yên ji bo dagirkirin û tinekirinê yên li dijî Bakur, Başûr û Rojava didomîne.

Li dijî faşîzma ku dijminê hebûna gelê Kurd e wezîfeya dîrokî ya hemû hêzên civakî û siyasî yên gelê Kurd e ku di çarçoveya yekîtiya neteweyî de têbikoşin. Yekane rêya li dijî faşîzmê geşkirina têkoşînê ye.

Krîza aborî û siyasî ya ku rejîma dewleta Tirk a faşîst tê de ye, krîza herî giran a ji avabûna wê û vir ve ye. Gelê Kurd jî di sedsala dawî de di pêvajoyeke herî xurt de ye. Şert û merc hene ku faşîzm bê têkbirin û ji bo gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn azadî û demokrasî bê afirandin.

Ji bo vê jî beriya her tiştî pêwîstî bi yekîtiya hêzên siyasî yên Kurd heye. Yekîtiya siyaseta Kurd tirsa herî mezin a hêzên mêtinger e. Ti partiyeke Kurd divê xizmetê ji polîtîkayên hikumeta AKP-MHP'ê ya faşîst re nekin ku dijminatiyê li Kurdan dike.

Ji ber vê yekê jî berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê partiyên siyasî yên Kurd, rêxistinên civakî yên sivîl û rewşenbîrên Kurd. Serdanên Cejna Qurbanê firsendeke mezin e ji bo vê yekê. Divê planên mêtingeriyê yên Tirk bên teşhîrkirin û li dijî polîtîkayên dagirkeriyê yekîtiya neteweyî û civakî bê afireandin, nerazîbûn û berxwedan divê bên mezinkirin.

Em bang li gelê xwe dikin ku li her devera lê ne li dijî faşîzma dewleta Tirk têkoşînê geş bike. Di vê çarçoveyê de em Cejna Qurbanê careke din li gelê xwe pîroz dikin û serketinê hêvî dikin."