Konferansa 'Ocalan' a li Kamara Lordan dest pê kir

Kamara Lordan a li paytexta Qraliyeta Yekbûyî Londonê, ji konferanseke bi mijara 'piştevaniya gelê Kurd û azadî ji Ocalan re' malovaniyê dike.

Li gorî agahiyên ji organîzatoran hatin wergirtin, dewleta Tirk ji bo pêşî li konferansê bigire gelekî hewl da. Konferansa li Kamara Lordan bi sernavê "Çareseriya krîza Rojhilata Navîn: Nêrînên Abdullah Ocalan" pêk tê.

Lordê ji Partiya Karker Maûrîce Glasman malovaniyê ji konferansê re dike. Konferans bi piştgiriya sendîkayên ku bi milyonan endamên wan hene û Navenda Gelê Kurd a Brîtanyayê pêk tê.

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed, Alîkarê Hevserokên HDP'ê Hişyar Ozsoy, Hevserokê KNK'ê Rebwar Raşîd jî di nav de gelek qiseker tevlî konferansê bûne.

Konferans wê rojekê bidome. Hevserokên Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Ercan Akbal û Besîme Basar beriya konferansê daxuyaniyek dan û diyar kir ku konferans wê bibe 'konferanseke dîrokî'. Hevserokan bang li hêz û saziyên pêşverû kirin ku li dora nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di nava têkoşîna avakirina jiyaneke nû ya civakî de têbikoşin.