KON-MED'ê cejna Remezanê pîroz kir

KON-MED: Gelê Kurdistanê vê dinyayê kufrî ya bi navê Îslamê hatiye avakirin ti carî qebûl nake, bi pêşengiya mirovê mezin Rêber Apo bi salan e ji bo mirovahiyê têkoşîna hebûnê didomîne.

Konfederasyona Civakên Kurdistanê yên li Elmanyayê (KON-MED) daxuyaniyeke nivîskî weşand û cejna Remezanê li alema Îslamê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd ê li Kurdistanê û derveyî welat, malbatên şehîdan, zindaniyan û têkoşeran pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, gelê Kurd di têkoşîna azadiyê de gihîştiye asteke girîng, lê di heman demê de polîtîkaya qirkirina çandî, civakî, aborî û siyasî ya dijmin a li Kurdistanê didome.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li dijî zilm, siyaseta înkar û tinekirinê ya li dijî gelê me tê meşandin, divê gelê me yekîtî, rêxistinbûn û piştevaniya xwe xurt bike, hîn bêhtir xwedî li çand û zimanê xwe derkeve û cejna xwe pîroz bike."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, bidawîbûna zilm, înkarê bi azadiya Rêberê me û gelê me, bi xurtkirina yekîtî û rêxistinbûnê, bi geşkirina têkoşînê dibe.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Gelê Kurdistanê vê dinyayê kufrî ya bi navê Îslamê hatiye avakirin ti carî qebûl nake, bi pêşengiya mirovê mezin Rêber Apo bi salan e ji bo mirovahiyê têkoşîna hebûnê didomîne. Bêguman ev têkoşîna pîroz a gelê Kurdistanê ne tenê ji bo gelê Kurd an jî komeke etnîkî ye. Têkoşîna mirovahiyê ye, her wiha xwedîderketina li edalet û biratiyê ye ku nirxên pîroz ên Îslamê ne. Her wiha eşkerekirina pîrozmendiyên windakirî yên Rojhilata Navîn e, pêngava ji bo xwedîderketina li rûmeta xwe ye. Armanca bingehîn a têkoşîna me ew e ku cejnan ji îstîsmar û esaretê rizgar bikin, bigihînin wateya wan a rasteqîn û jinûve bikin malê gelan."