Kompanyaya Zer a Tirkî berhemên demborî dixe bazara herêma Kurdistanê

Kampanyaya Zer a Tirkî ku berheman ji bo bazarên Başûrê Kurdistanê dişîne, derket holê ku berhemên demê wê borî, bi şêwazên cuda weke ku nû hatibin, dixe bazarê.

Li bajarê Hewlêrê 3 depoyên mezin yên kompanyaya Zer a Tirkiyeyê hatin desteser kirin. Di depoyan de beşek mezin berhemên dema wan bi ser de çûye û weke kû nû be, ji bo bixin bazara herêma Kurdistanê dihat şandin.

Duh qemqamtiya navenda Hewlêr bi alîkariya rêveberiya Nehêlana Sûc, dest danîn ser 3 depoyên mezin yên Kampanyaya Zêr a ku xurek di nav de heyî û demê wan bi ser de çûyî.

Di nava depoyan de xurekên weke; birinc, doşav,ar, rûn û gelek cûrên din yên xurekan hebûn. Demê van xurekan hema bêje hemû bi ser re çûye. Lê di nava depoyan de carek din dihat paketkirin û weke ku nûbe ji bo bazarê dihate şandin.

Li ser bûyerê 3 kes hatin desteserkirin û depo jî hatin girtin.

Qeymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd ji Rojnews re axivî û got; “Me li ser mijarê doz radestî dadgehê kiriye û lêkolîn jî dewam dike. Hemû kel û pelên di nava depoyan de, berhemên kompanyaya Zer a Tirkiyeyê ne.”

Li gorî wêne û dîmenên hatîn belav kirin, ji bilî berhemên kompanyaya Zer, torsîla ABC ya Tirkiyeyê jî heye.