Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê: Tevgera Azadî qanûnî û fermî ye

Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê li ser serlêdana Tevgera Azadî diyar kir ku Tevgera Azadî partiyeke qanûnî û fermî ye.

Cîgirê Serokê Hikûmet Herêma Kurdistan 25'ê Mijdara 2018'an biryarek da ku hemû sazî û dezgehê belgeya wan a fermî nebe wê bên girtin û rê nadin ku ti çalakiyekê bikin. Di çarçoveya vê biryarê de hemû ofîs û navendên Tevgera Azadî hatin girtin.

Piştî van bûyeran ji bo çareserkirin û dubare vekirina ofîs û navendên Tevgera Azadî ketiye nava hewldanan. Di vê çarçoveyê de serdanên heyeta Tevgera Azadî ya ji bo Herêma Kurdistan û Bexda dom dike. Li ser vê yeke Heyeta ku ji Berpirsê Desteya Karê Dîplomasî yê Peywendiyên Tevgera Azadî ya Hûsên Kerkûk û Endamê Desteya Karê Dîplomasî ya Tevgera Azadî Nerîma Ehmed pêk tê serdana Bexda kir.

Li ser vê mijarê endamê Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî Nerîman Ehmed ji ANF’ê re axivî. Ehmed bibîr xist ku hema piştî van bûyeran ji bo bi awayê hiqûqî bi karê xwe rabin, wan dest bi lêgerînan kirine. Li ser gelek hewldan û serlêdanên wan ti bersiv nehate. Ji bo wê wan weke heyetek serî li Iraqê dane.

KOMÎSYON: TI PIRSGIRÊKÊ YASAYÎ YÊ TEVGERÊ NÎNE

Nerîman Ehmed wiha domand; "Li Bexdayê me serî li Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartina Iraqê ya beşê partiyên siyasî da. Di derbarê girtina ofîsên Tevgerê de bi armanca lêkolînkirinê nivîs ji bo ofîsên komîsyonê yên partiyên li Silêmaniyê re hate şandin û ofîsa Silêmanî ev bersiv da 'Ti pirsgirêkên yasayî yên Tevgera Azadî nîne lê ji ber bûyerên siyasî ofîsên wan hatine girtin.'

JI BO DILÊ DAGIRKERAN XWEŞ NEKIN DANÛSTANDINÊN ME DIDOMIN

Nerîman Ehmed bi domdarî wiha got; "Mixabin konsolosxaneya Tirkiyeyê daxuyanî da û derbarê girtina ofîsên Tevgera Azadî de spasiya Yekîtiya Nîştimanî Kurdistanî kir. Ev helwesta YNK’ê dilê Tirkiye xweş kiriye, lê biryara girtina ofîsên Tevgera Azadî di nava civakê nerazîbûnên tund hate nîşandin û hinek aligirên YNK’ê jî bi vê biryarê ne rehet bûn. Lê me ji bo ku dilê dijmin û dagirkeran xweş nekin me bersiva êrîşên wan neda. Ji ber ku dewleta Tirk ji vê sud digre û ji ber vê çendê ji bi rêyên yasayî me danûstandin li gel wan kir."

IRAQÊ BERSIV DA TIRKIYEYÊ: TI PIRSGIRÊKEKÎ YASAYÎ YA TEVGERÊ NÎNE

Endamê Desteya Karê Dîplomasî ya Tevgera Azadî Nerîma Ehmed di dawiya gotinên xwe de got; "Em bi serokê giştî yê komîsyoan serbixwe ya hilbijartina Iraqê re civiyan û di civînê de ji me re hate gotin 'Konsolosxaneya Tirkiyeê bi rêya konsolosxaneya Iraqê dixwaze xebatên we asteng bike, lê me ji wan re got, ti partiyek weke Tevgera Azadî ne rewa ye û di aliyê yasayî de jî ti pirsgirêk nîne'. Me bi alîkarê balyozê Amerîka û çend aliyên siyasî yên Iraqê re civîn pêk anî û gotin ku li Parlamentoya Iraqê û hikûmetê de kar bikin ku ji bo vê dosyayê ji nû ve vekin.”