Komên olperest ên li Wanê, jinan dikin hedef

Platforma Piştgiriya Îslamî ya Wanê (VÎDAP), ku weke rêxistineke nêzî DAIŞ'ê tê naskirin, li nava zikakên Wanê broşuran belav dike û bi gotina "Li hemberî jinên ku bêhnxweşiyê bi xwe didin û derdikevin derve, baldar bin" jinan dike hedef.

Li Wanê, ev demeke komeke bi navê Platforma Piştgiriya Îslamî ya Wanê (VÎDAP) hin konferansan li dar dixe û kermesan organîze dike.

Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê yê ji Mafên Mirovan Berpirsyar Prof. Dr. Yasîn Aktay, beriya niha bi 3 salan li Wanê di civînekê de bang li rêxistinên Îslamî-olperest kiribû ku xwe bi rêxistin bikin û rahêjin çekan. Piştî vê bangê, van koman karê xwe yê li Wanê zêde kirin. Komên navborî belavokan li Wanê belav dikin û balkêş e ku jinan dikin hedef û gotinên nefretê li dijî wan bi kar tînin.

JINAN Û LGBTÎ'YAN DIKIN HEDEF

Ev rêxistinên ku bi taybetî li Beşyola Wanê bi qûmbarayê pere ji esnafan kom dike, niha jî afîşan dadiliqînin, belavokan belav dikin û bang li gel dikin. Di van belavokan de jinan û LGBTÎ'yan dikin hedef. Kesên ser bi VÎDAP'ê, ku Mehmet Emîn Akin serkêşiyê jê re dike, bi sernavê 'Exlaq'ê belavokan belav dikin.

LI DIJÎ JINÊN NENIXUMANDΠBANGA ŞÎDETÊ DIKE

Di belavokan de bang li jinan tê kirin ku xwe bi temamî binixumînin û wiha tê gotin, "Eger jinek bêhnxweşiyê bi xwe bide, kincên balê dikişînin li xwe bike û bi vî rengî derkeve nava civakê, ew jin bi qasî ku zîna kiriye, gunehan dike. Eger jinek bêhnxweşiyê bi xwe bide û mêr lê binere, ew jin heta bê malê wê xezeba Xwedê lê be. Eger jinek bêhnxweşiyê bi xwe bide û bi vî rengî bikeve nava civakê, kesekî lê binere jî zîna çavan dike." Di belavokê de tê îdîakirin ku ev gotin ê Hz. Mûhammed e û bi vî rengî jinan dike hedef.

Di belavokê de bi gotina, "Berpirsyariya parastina xwe, malbata xwe û civaka xwe, seferberiya exlaqî ferz dike" banga şîdeta li dijî jinên nenixumandî tê kirin.