Koma: Qanûn wê rê li ber destavêtina li zarokan veke

Koordînatora Navenda Mafên Zarokan a Komeleya Gundem Çocûk Ezgî Koman diyar kir, pêşnûme qanûna sosret a ji bo tecawizkaran tê derxistin, şîdeta zayendî rewa dike û rê li ber destavêtin li zarokan vedike.

Pedagog Koman bandora vê qanûna sosret li ser zarokan ji ANF'ê re nirxand û got, "Ev pêşnûme qanûn, şîdeta zayendî rewa dike û rê li ber destavêtina li zarokan vedike. Bi rêya vê pêşnûmeyê wê mezin hê bêhtir zextê li zarokan bikin. Ev zext û zewicandnin, wê bandoreke neyînî li mezinbûna zarokan bike; maf û azadiyên wan wê bên binpêkirin. Em dizanin, piraniya întixarên zarokan ji ber zewacê ne. Ev yek nîşan dide bê meseleya zewacê di kîjan astê de bêçaretî ye. Lewma ev pêşnûme rê li ber tirs û fikaran vedike."

'MALBATÊN ZAROKÊN XWE BIDIN ZEWICANDIN, WÊ SÛC KIRIBIN'

Koman bal kişand ser rola malbatan a zewicandina zarokên xwe û got, "Ji bo malbatan, beriya her tiştî ev sûc e. Ya ev sûc yekser kiriye, ya jî ji nedîtî ve hatiye. Ev rewş wê di nava malbatê de rê li ber bûyerên gelekî cuda veke. Mînak; eger dayik an jî xwişk li dijî zewicandina zarokê derketibin, wê zexta kesên din ên li dijî wan, zêde bibe. Wekî din, eger kiryar kesekî dewlemend be, ku ev yek gelekî rû dide, wê zarok bi zexta malbatê bê zewicandin. Ev yek jî wê birînên giran veke, ku pêçandina wan zehmet e. Bi rastî jî ev qanûn gelekî bi tirs û pirsgirêk e."

'EDALETÊ JI HOLÊ RADIKE'

Koman anî ziman ku ev qanûn wê dijberiya nava civakê zêde bike û axaftina xwe wiah dewam kir: "Ev rewş wê zerarê bide hesta edaletê ya civakê. Ji ber ku ev tê wateya bêcezahiştinê. Kiryar wê bi zaroka dest avêtiye re bizewice û ceza nexwe. Bêcezahiştin ji aliyê mafên mirovan ve dibe sedem ku binpêkirin timî dubare bibe. Bi dîtina min, eger tevî vê nerazîbûnê destketiyek bi dest nekeve, wê welê li civakê bibe ku vê rewşê qebûl bike. Ev yek jî wê ne tenê şîdeta zayendî ya li zarokan, di heman demê de şîdeta zayendî ya li mezinan û heywanan jî rewa bike."

'ZEWICANDINA ZAROKAN REWA DIKE'

Pedagog Koman destnîşan kir, ku ev qanûn tevî destavêtina li zarokan, zewicandina zarokan jî rewa dike û got, lazim e zewicandina kêmî 18 salî were qedexekirin.