Kolana hunerê ya Wanê ji ber qeyûm wêran bûye

Kolana hunerê ya Wanê, piştî ku şaredarî bi rêya qeyûm hate desteserkirin, bûye wargeha madeyên tirkayê. Şêniyên Wanê ku ji vê rewşê bêzar bûne, nerazîbûnê nîşanî kiryarên qeyûmê AKP'ê didin.

Kolana hunerê ya Wanê, ku di navbera rêya Mereş û Cûmhûriyetê de ye, ji aliyê kesên tiryakê bi kar tînin û cixareyên qaçax difiroşin ve hatiye dagirkirin. Ji ber ku tekane kolana Wanê ya li trafîkê re girtî ye, ji bo estetîka bajêr kolaneke girîng e. Kolana ku ji aliya Şaredariya DBP'ê ve 31'ê Cotmeha 2010'an ji nû ve hate dîzaynkirin, ji bo xebatên çand û hunerê hatibû vekirin. Demeke bi roniyên nû, bankên rûniştinê, bariyerên elektronîk û kulîlkan ji nû ve hatibû dizaynkirin. Lê piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate kirin, qada Hunerê wêran bû û mehkûmî kiryarên xirab bû.

Ji ber kiryaren qeyûmê AKP'ê, li kolana hunerê kevirên kilîtê ji cih hatine rakirin û kolan ji aliyê kesên tiryakê bi kar tîne ve hatiye dagirkirin. Ji ber kesên tiryakê bi kar tînin, welatî nikarin li parkê rûnên û ji vê rewşê gelekî bêzarin.