Koç: Yekşemê divê her kes dengê xwe bide Dîe Lînke

Namzetê PE'yê yê Dîe Lînke  Koç tevlî bernameya YXK û YJK'ê ya li Bremenê ya bi navê ''Ankaras puppenkiste auf Deutschland'' bû û bang kir ku dengê xwe bidin wan.

Li Bremenê ya Elmanyayê ji hêla YXK û YJK'ê ve çalakiya, ''Ankaras puppenkiste auf Deutschland'' hate lidarxistin. Namzetê Parlamentoya Ewropayê ya Dîe Lînke Mazlûm Koç li bernameyê, ku bi dehan xwendekarên zanîngê lê hazir bûn, axivî, bal kişande ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya bi mebesta şikandina tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Koç got ew ji gelên mezlûm destkê digirin, diyar kir çi kesê 16 salî dikarin dengê xwe bidin û xwest ku Yekşemê her kes dengê xwe bide.

Koç bang kir ku her kes tevlî wê meşa îro bibe ku ji hêla gelek saziyên demokratîk ve organîzeya wê hatiye kirin û rê nedin faşîzmê û got, ''Di hilbijartina Yekşemê de dengê xwe yê ji bo gelan bidin me.''