Koç: Em dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger dikin

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç di civîna li Brukselê de axivî û got ku, “Ji bo protestokirina tecrîdê roja Duşemê em ê li Strasboûrgê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bikin.”

Li hemberî biryara DYE’yê ya li dijî sê rêveberên PKK’ê nûnerên 81 partî, sazî û rêxistinên Kurdistanê li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê civiyan. Di civînê de gelek nûnerên partiyan axivîn. Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç jî biryara DYE’yê ya li hemberî rêveberên PKK’ê şermezar kir û got ku, “Ev biryar tê wateya dûmahîka komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Em vê biryarê qebûl nakin û ew ê têkoşîna me bidome.”

‘BIRYARA GREVA BIRÇÎBÛNÊ’

Koç bal kişand ser tecrîdê û got ku, “3 sal in agahî nayên stendin. Em ji bo şikandina tecrîdê di nav têkoşînê de ye. Greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 38’emîn de ye. Em jî bi heyeteke ku ji 18 kesan pêk tê, em ê roja Duşemê li Strasboûrgê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bikin. Em bang dikin ku bila gelê me û dostên me, piştgiriyê bidin vê çalakiyê.”