KNK, PADÊ û KCDK-E cejna Êzî pîroz kirin

Konseya Rêveber a KNK'ê, Rêveberiya PADÊ û Dîwana Serokatiyê ya KCDK-E Cejna Êzî ya civaka Êzidî pîroz kirin û gotin, "Em hêvîdar in ev cejn bibe wesîleya aştî, azadî û biratiya gelan."

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Rêveberiya PADÊ û Dîwana Serokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), bi wesîleya Cejna Êzî daxuyaniyên nivîskî weşandin.

KNK: GELEKÎ GIRÎNG E KU CIVAKA ME YA ÊZIDÎ ÇAND Û BAWERIYA XWE BIPARÊZE

Konseya Rêveber a KNK'ê bi bîr xist ku Cejna Êzî cejna avakirinê ye û di destpêka daxuyaniya xwe de got, "Em berî her tiştî cejna Êzî li civaka Êzdiyan, li gelên Kurdistanê û tevayî mirovahiyê pîroz dikin. Her wiha em hêvîdar in ev cejn bibe wesîleya aştî, azadî û biratiya gelan."

KNK'ê bi bîr xist ku cejn di nava hemû baweriyan de xwedî cihekî watedar in û wiha dewam kir: "Cejnên Êzdiyan jî xwedî dîrokeke kevnar in. Dema mirov li dîrok û naveroka van cejnan dinêre, jiyaneke nû û pîroziyan têde dibîne. Divê em cejna Êzî, weke kevneşopiya xwedî derketina li bawerî û ҫanda welatê xwe bibînin.

Pîroziya van cejnan di dema îro de, ji her wextî bêhtir, ji bo bawerî û ҫanda Êzdiyatiyê hê watedar e. Ji ber ku ev ҫanda qedîm bi her awayî di bin metisiyeke mezin de ye. Girîng e civaka kurdên Êzidî û bi taybetî Êzidiyên li derveyî welat, bawerî û çanda xwe biparêzin û xwedî lê derkevin."

PARASTIN Û AVAKIRINA ŞENGALÊ WEZÎFEYA HEMÛ HÊZÊN KURDISTANÎ YE

Daxuyaniya KNK'ê wiha dewam kir: "Du sal pêş niha bi berxwedaneke mezinŞengal hate azadkirin. Ew êşa mezin ya Fermana 73. hinek be jî hate kêmkirin. Lê mixabin du meh pêş niha, vê carê hêzên Heşdî Şabî ketin hinek deverên Şengalê. Ev jî metirsiyek din bi xwe re tîne. Pêwîste rewşa Şengalê bi awayekî taybet û hesas bê destgirtin. Parastin û avakirina Şengalê wezîfa hem^y hêzên Kurdistanî ye. Pêwîste xelkê Şengalê yê koçber bizivire ser axa xwe. Niha dem dema vegera welate, dem dema avakirina Şengalê ye. Tê xwestin û pêwîste nasmeya Êzidîtahiyê li Şengalê bê parastin, pêwîste civaka me ya Êzidî, bi awayeke xweser, ew xwe bi xwe rêve bibin.

BANGA VEGERA LI CIH Û WARÊN XWE

Li ser vî esasî em wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistan, bang li hemû gelê Kurdistanê, civaka Êzidî û dostên gelê me dikin, werin em bi hevre Şengalê ava bikin û bibin alîkar ku gelê me yê Êzidî bizivire ser axa xwe.

Bi van hêviyan em cardin, cejna Êzî li civaka Êzidiyan û tevahiya mirovahiyê pîroz dikin."

PADÊ CEJNA ÊZÎ LI HEMÛ ÊZIDIYAN PÎROZ KIR

Rêveberiya Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) bi minasebata Cejna Êzî peyamek weşand. Di peyamê de wiha hat gotin:

“Em vê cejnê li hemû Êzîdiyên li çar parçeyên Kurdistanê, Iraq û cîhanê, li Rêber Abdullah Ocalan û hemû malbatên şehîdên Êzîdxanê pîroz dikin. Em bi hêvî ne ku ev cejn bibe wesîleya rizgarkirina hemû kesên hatine revandin. Em wekî partiya PADÊ soz didin ku em ê li ser rêbaza berxwedan û têkoşînê bimeşin, hemû kar û hewldanên me wê ji bo pêkanîna daxwazên gelê me yê êzîdî bin. Em ê li hemberî her xeteriyek li ser gelê me bisekinin.

Bi vê minasebetê em bang li keç û xortên Êzîdxanê dikin ku erkên xwe yên dîrokî, olî û exlaqî pêk bînin û beşdarî refên YBŞ û YJŞ’ê ku temsîla gelê Êzîdxanê dikin bibin."

KCDK-E: EM CEJNA XWE LI ÊZÎDXANA AZAD Û XWESER PÎROZ BIKIN

Dîwana Serokatiyê ya KCDK-E jî bal kişand ser rola girîng a cejnan ji bo pêkhatina yekîtî û rêxistinbûna gel û got, "Kurdên Êzidî cewhera Kurdayetiyê ye. Lewma pêkhatina yekîtî û rêxistinbûna wan, parastina nirxên neteweyî û baweriyê, azadiyê hê bêhtir nêz dike.

Em hêvîdar in ku cejna Êzî ji bo civaka me ya Êzidî bibe roja parastina nasname û yekîtiya xwe.

Bi wesîleya Cejna Êzî em yekîtiya xwe û rêxistinbûna xwe xurtir bikin, berxwedana xwe ya li dijî serdestan geştir bikin û li Êzîdxana azad û xweser cejna xwe ya Êzî pîroz bikin.

Parastin û pêşvebirina bawerî û nasnameya Êzidiyatiyê bi geşkirina berxwedanê û xweparastinê dibe.

Weke KCDK-E em cejna Êzî di serî de li Kurdên Êzidî, li gelê Şengalê, hemû gelên Kurdistanê û mirovahiyê pîroz dikin. Em hêvîdar in ev cejn ji bo hemû mirovahiyê bibe wesîleya azadî û wekheviyê."