KNK: Stêrkeke geş ji ezmanê hizra neteweyî rijiya

KNK'ê diyar kir, bi koça dawî ya mamoste Cemal Nebez re stêrkeke geş û ronîder ji ezmanê hizra neteweyî, rewşenbîrî û zimanê Şîrîn ê Kurdî rijiya û sersaxî ji malbatê û gelê Kurdistanê re xwest.

Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya wefata profesor, nivîskar, zimannas û rewşenbîrê neteweyî yê Kurd û Kurdistanê Cemal Nebez peyameke sersaxiyê weşand.

Di destpêka peyamê de sersaxî ji malbatê, xizmên wî û gelê Kurd û Kurdistanê hate xwestin û hate gotin, "Em hevxem û dilgiraniya xwe nîşan didin. Dibêjin; mala te ava û giyanê de bilind, şa û bextewer be."

KNK'ê diyar kir, bi koça dawî ya mamoste Cemal Nebez re stêrkeke geş û ronîder ji ezmanê hizra neteweyî, rewşenbîrî û zimanê Şîrîn ê Kurdî rijiya û wiha dewam kir: "Nav û navdêriya wî, her dem di rêza pêş a pêşengên hizra neteweyî ya Kurd, zimannasî, rewşenbîrî de hebûye û wê her tim hebe."