KNK: Rojbûna Îsa Mesîh, cejna Noelê pîroz be

KNK'ê cejna Noelê li Mesîhiyên li Kurdistanê û gelemperiya cîhanê pîroz kir û got, "Hêvî dikin ev roja pîroz bibe sebebê aştî, aramî, xêr û xweşiya mirovahîyê li her derê cîhanê."

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) peyamek weşand û cejna Noelê ku weke rojbûna Îsa Mesîh li nava civata Xiristiyan tê qebûlkirin, pîroz kir.

Di peyama KNK'ê de hate bibîrxistin, 25'ê Kanûnê weke roja bûyîna Îsa Mesîh li nava civata Xiristiyan tê qebûlkirin û hate gotin, "Rojên pîroz yên dînî, di hemû dînan de bihadar in, meqbûl in. Her dîn, van rojên xwe yên girîng bi coş û şahî û seremoniyên mezin li nav xwe û perêstgehên xwe pîroz dikin."

KNK'ê bi bîr xist ku li Kurdistanê nifûseke qelebalix a bawermendên Îsa Mesîh û kitêba pîroz Încîlê hene û welatiyên bi qedr û qîmet in.

KNK'ê diyar kir, cejna Noelê nêzî 2000 sal in li Kurdistanê tê pîrozkirin û bûye cejneke sereke ya welatê me.

Di dawiya peyama KNK'ê de hate gotin, "Bi munasebeta vê roja pîroz, KNK di serî da Noela Mesîhiyên Kurdistanê û ya hemû Mesîhiyên dinyayê bi rêz û hezkirineke bilind pîroz dike. Hêvî dikin ev roja pîroz bibe sebebê aştî, aramî, xêr û xweşiya mirovahîyê li her derê cîhanê."